Şaredariya Sur ê civîna ‘Desteya Jinan’ li darxistin

14:54

JINHA


AMED – Hevşaredara navçeya Surê Fatma Şik Barut li gel endamên jin yên meclesa jaerdariyê û xebatkarên jin yên şaredariyê re hatin bahev.


Hevşaredara navçeya Surê ya Amedê Fatma Şik Barut li gel endamên jin yên meclesa şaredariyê û xebatkarên jin yên şaredariyê re hatin bahev û “civîna lijneyê” li darxistin. Di civîna ku li Salona Meclisa Şaredariyê hat li darxistin de Hevşaredara navçeya Surê Fatma Şik Barut axivî û got: “Yek ji armaca lijneyê ya sereke peyîwendiyên navbera endamên jin yên meclesa şaredariyê û xebatkarên jin yên şaredariyê de baştir bibin û xebatek zêdetir bi rêxistinî bikin.” Fatma diyar kir ku divê pirsgirêkên jinan bi hever bên nîqaşkirin û ji bo çareseriyê fikirên hevpar bên avakirin û wiha got: “Emê ji niha û pêde her meh wiha weke dest kom bibin pirsgirêkên xwe nîqaş bikin û li rêyên çareseriyê bigerin. Her wiha emê ji bo xebatên xwe jî nêrîn û nirxandinan bikin.”


Di dawiya axafitinan de jinên ku beşdarî civînê bûn di derbarê xebatên xwe de agahî dan û pêşniyar kirin.


 (zt)