Sadiye Suer Baran: Emê Komployê vala derxînin

09:09

JINHA


AMED – Hevşaredara BDP’ê yê Pasurê Sadiye Suer Baran diyar kir ku wan komploger vala derxistine û got: “Emê vê komployê valaderxînin. Bila gelê me li zarokên xwe xwedîderkevin. Dewlet li vêderê dixwaze zarokan bikin sîxur. Em bang li gel dikin ku di vana liyan de baldarbin.”


Hevşaredara BDP’ê yê navçeya Pasurê ya Amedê Sadiye Suer Baran da zanîn ku di 8’ê hezîranê de dewletê xwestine hinek ciwanên madeyên narkotîkê bi kar tînin bi xebitînin û li navçeyê provakasyonekê çêkin û wiha got: “2 ciwanan digirin bin çavan. Di dema bin çavan de polîs ji V. Ş re bi gotinên weke ‘We rê biriye azadiya xwe ya seyahetê kêmkiriye. Ji bo hun çalakiyan bikin şaredar pere didi we? Ev çalakî hevşaredarên jin didin kirin. Her ciwanekî 100 TL yan dide wan û dişîne çalakiyan. Em vê dizanin.’ Bi vî awayî ji bo wan li hemberî min bidin axaftin çî ji destê wan tê dikin. Li Pasurê pergal ser me rêveberan lîstokên qirêj didin meşandin.”


‘Dixwazin bi palîtîkayên qirêj me tunebikin’


Sadiye destnîşan kir ku hikumeta AKP’ê li ser gelê kurd dixwaze deshilatiyê bike û wiha domand: “Berxwedanek ya gel ya ku ji Çiyayê Meskanan despêkiriye û li Lîcê berdewam dike heye. Heftiyek berê dewletê xwest bi hinek ciwanên madeyên narkotîkê bi kar tîknin li Pasurê provakasyonekê bikin û me jî bixin nava wê xefikê. Lê em nehatin lîstokên wan.”


‘Divê gelê me li hemberî provakasyonan şiyarbin’


Sadiye anî ziman ku bi şev ciwanê bi navê V. Ş girtine bin çavan û ji bo di derbarê wan de tuştên nerênî bêje zor lê kirine û wiha berdewam kir: “Di dema bin çavan de zor li welatiyê bi navê V. Ş kirine ji bo di derbarê mede nerênî xeber bide. Weke ku em pere didin ciwanan û bi zorê dişînin çalakiyan bi axive.” Sadiye ji bo van kirinên ne mirovanê bang li peywendîdaran kir û wiha pêde çu: “Em li vêderê ne heger pirsgirêkek heye bila bê li gel me nîqaş bikin. Dewlet bi van şêweyê polîtîkayên xwe nikarin şaredariyên me yên gel tune bike.” Sadiye ji bo ku raya giştî jî neyê van lîstokan bang kir û wiha axivî: “Emê vê komployê valaderxînin. Bila gelê me li zarokên xwe xwedî derkevin. Dewlet dixwaze li vê derê zarokan bikin sîxur. Ji ber wê jî divê gelê me li hemberî van kirinan şiyarbin.”


‘Em alîkariyê didin berxwedana gel’


Sadiye derbirî ku peyîwira şaredariyan ya bingehîn xizmeta gele û wiha got: “Weke şaredarî kirina çalakiyan ne peyîwira meye. Dema ku bê xwestin bê goman emê li gel gelê xwebin û bi wan re beşdar bibin. Weke şaredarî em li hemberî hemû bêmafiyan li gel galê xwene. Lê bûyera rê birînê ni berxwedana gele komplobû. Xwestin bi vê bûyera dawiyê rêveberên BDP’ê bixin nava lîstokan.” Sadiye bilêv kir ku ew berxwedana gelê Lîcê ya li hemberî çêkirina kalekolan destek dikin û wiha domand: “Em berxwedana gelê Lîcê giring dibînin û heta dawiyê emê li gel wanbin. Em berxwedana gel ya bi salan û niha jî li hemberî çêkirina qereqol, kalekol û bendavan mafdar dibînin. Berxwedanên gel yên ji niha û pêde jî bên kirin emê alîkariyê bininê û li gel wan bin.”


 ‘Provakator bi polîsan ve girêdayiye’


Rêveberê BDP’ê yê navçeyê Ersin Eren jî diyar kir k udi 8’ê hezîranê de 2 ciwan hatine avahiya BDP’ê xwestine bi wî re hevdîtin bikin û di dema hevîdtinan de xwestine li gel berxwedana Lîcê li Pasurê çalakî bên kirin û got: “Her 2 ciwanan berxwedana Lîcê mînak nîşan dan û xwesitin çalakiyekê bikin. Paşê jî j ime Wêneyên Serokatî û alayên PKK’ê xwestin. Lê me got em weke BDP alîkarî nadin çalakiyên rêgirtinê û di van mijaran de tu alîkariyê nakin.” Ersîn diyar kir ku piştî lêkolîn kirine diyar bûye ew her 2 ciwan ji aliyê polîsan ve hatine rêxistinkirin û şandina gel wan û wiha got: “Ev raste rast komployeke. Me weke partî tu çalakiyên rê girtinê alîkarî nekirine û nakin jî. Heger bêmafiyek heye emê bi gelê xwe re serde biçin û alîkarî binin. Lê emê tucarî neyên provakasyonan.”


 (zt)