‘Jinên kurd ji bo pêvajoyê dê rola xwe bilîzin’

14:44

JINHA


AMED –1’emîn Hevdîtina Jinan a ji hêla Meclîsa Jinan a KCD’ê ve hatî organîzekirin li Amedê dest pê kir. Di hevdîtinê de Parlamentera BDP’ê ya Qersê Mulkiye Bîrtanê axivî û da zanîn ku pêvajoyeke girîng e û wiha axivî: “Pêvajoyeke girîng e. Divê her du alî bi hesas nêz bibin. Ji bo jinê jî pêvajoyeke girîng e û divê hemû hewldanên jinê ji bo aştiyê bê. Jinên kurd wekî her car dê vê demê jî ji bo pêvajoyê rola xwe bilîzin.”


1’emîn Hevdîtina Jinan ji hêla Meclîsa Jinan a Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) li Mala Mêvanxaneyê ya Amedê pêk tê. Gelek nûnerên saziyên sivil û partiyên siyasî tevli civînê bûn. Civîn dê bi 4 rûniştinê bidome. Jin dê pêvajoya herî dawî, qetilkirina jinê ya li herêmê, yekitiya jina kurd û Kongreya Jina kurd nîqaş bikin.


 ‘Pêvajoyeke girîng e’


Mulkiye di axaftina xwe de bal kişand ser pêvajoyê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di pêvajoyeke girîng de derbas dibin. Divê herdu alî bi hesas nêz bibin. Ji bo jinê jî ev pêvajo girîng e û divê hemû hewldan ji bo aştiyê bê kirin. Jinên kurd wekî her car dê vê demê jî ji bo pêvajoyê rola xwe bilîze. Di şerê 40 salan de gelek welatî jiyana xwe dest dan. Em dibêjin niha dem dema aştiyê ye û 5 – 6 meh in hevdîtinên bi dewletê de didomin. Ev encam bi têkoşîna gelê kurd pêk hatiye.”


‘Jin dê rola xwe bilîzin’


Parlamenter Mulkiye, destnîşan kir ku nexşerêyek heye, dê li ser vê nexşerêyek nêrîn bên girtin. Mulkiye, got du li vir fikr û ramana jinê jî girîng e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber ve pêvajoyê hewceye ku em civîneke bi vî rengî li dar bixin. Jin divê rol û misyona xwe bilîzin. Em jinên kurdistanî dê nîqaşek bidin dest pê kirin û piştre nêrînên jinan raya giştî re parvebikin.”


Herî dawiyê parlamenter Mulkiye ser girîngiya Konferansa Jinan a Rojhilata Navîn rawestiya û got ku heta ku jin azad nebe civak jî azad nebe û divê yekitiya jinê jî pêk bê. Piştî axaftina Mulkiye civîn ji çapemeniyê re girtî dom kir.


Wêne- Kamera: Eylem Daş, Zehra Dogan


(la)