Ji bo rewestandina qirkirinên jinan Jineoloji… (BEŞA 2)

11:19

Mekiye GORENÇ-Asiye TEKİN/JINHA


JINHA


QENDÎL – Endama Komîteya Jineolojiyê Sema Amed diyar kir ku kaputalîzm her ku diçe deshilatiya xwe ser jin, zarok û hemû kesîmên civakê zêde dike û got: “Tam jî jineolojî weke ji vê re bêje ‘bese’ ji aliyê Serok Apo ve hat pêşniyar kirin. Em ji felsefeya Rêber Apo dikevin rê. Em hewil didin bi van metodan bigihin rastiya jinan. Em dixwazin bigihin rastiyên mirovan yên despêkê. Hîmên bingehîn yên felsefeya me aborî, estetîk û di dîrokê de lêgera rastiya jinêye.”


Endama Komîteya Jineolojiyê Sema Amed da zanîn ku ev nêzî 40 salane tevgera azadiya gelê kurd tekoşînê didin û wiha got: “Din ava vê de jinan cihê herî giring girtine. Em jineolojî weke encam û biryara vê digirin dest. Di sala 2009’an de ji Rêber Apo ji Îmraliyê bi pirtûka xwe ya ‘Azadiya Civaknasiyê’ jineolojî xist rojeva me. Bi tevaya dîrokê û tayîbetî jî di van demên dawî de gelek xebatên ji bo jinan derketin holê. Xebatên jinan din ava femînîstan, anarşîstan, sosyaslît û marksîs tan de berdewam kir. Jinan gelek deskeftî bi des xwe ve guhendin. Lê dema ku em li encamê dinêrin deshilatiya mêran ya 5 hezar salan hîna xwe dide berdewam kirin. Kaputalîzim li hemberî jin, zarok û hemû kesîmên nava civakê deshilatiya xwe bihêz dike. Tam jî jineolojî weke ji vê re bêje ‘bese’ ji aliyê Serok Apo ve hat pêşniyar kirin. Jineolojî li ser van xebatên xwe dimeşîne. Dema ku em li beşên zanistan dinêrin bi tayîbetî jî di van 400 salên dawiyê de bi navê mirovahiyê di aliyê nerênî de jiyana mirovan bandor kirine. Ji zanînên pozîtîf heta kîmya û fîzîkê dema mirov lê dinêre bombeya atomê weke pêşketinek tê dîtin, lê di şeran de li hemberî mirovan tên karanîn. Bi bombeyên atomê bi hezaran mirovan jiyana xwe ji dest dane. Ev zanînane li şona xizmeta mirovahiyê li hemberî mirovan hatine xebitandin. Sedema vê yekê jî hişmendiya deshilatiya mêre. Ev zanînane jin û zarokan ji derveyî xwe dihêlin. Di van mijaran de jineolojî weke alternatîfekê derket.”


‘Em dixwazin bigihin zanînên mirovan yên despêkê’


Sema anî ziman ku ew weke komîte di biniya PAJK’ê de 15 kes dixebitin û wiha domand: “Lêkolînên me zêdetir diderbarê zanînên civakî denin. Dema ku em li dîrokê dinêrin hemû beşên zanînê parçe kirine û her parçeyek xizmeta realîteyekê dike. Raîlîteya bingehîn ya mirovahiyê dernexistine holê. Bi teyîbetî jî di aliyê jinan de tenê weke beden jin dane nasîn. Bedena jinê jî tenê bi jinekolojiyê dane nîşandan. Vê beşê jî tuştek ji bo jinan ne aniye. Divê ji nûve ev zanînane bên desgirtin û lêkolîn kirin. Em jî li ser hîmê felsefeya Rêber Apo bi jineolojiyê dikevin rê. Em hewil didin bi van metodan bigihin rastiya jinan. Em dixwazin bigihin rastiyên mirovan yên despêkê. Hîmên bingehîn yên felsefeya me aborî, estetîk û di dîrokê de lêgera rastiya jinêye. Di dîrokê de rol, mîsyon, cîh, kar û xebatên jinan çîbûn, xebatên xwe çawan kirine, çî kirine, ji ku despêkirine û li ku bi destê jinan gihiştiye. Jinê çawan mirv ber bi civakbûyînê bir û civak kir xwediyê kîjan deskeftiyan? Em dixwazin van derxînin holê.”


‘Dê bi rengê jinê civak ji nûve bê avakirin’


 


Sema balkişand ser mijarên weke aborî, demografî û çandê jî û wiha berdewam kir: “Modernîteya kaputelîst bi van zanînan civak xistiye. Her roja ku diçe bi navê çand û felsefê civakê bi xwe ve girêdidin û bê vîn dikin. Dê xebatên me li ser vê bisekinin û em dixwazin van derxînin holê. Em dixwazin civakek demokratîk ya ku hemû civakê digire nava xwe avabikin. Dê jin bi nêrîn û rengê xwe vê civakê avabike. Di van çiyayan de zanîn zêdetir hêsan dikare bê afirandin. Ji ber em ji hemû qirêjiyên kaputalîzmê durin. Em bi rengê jinê jiyanê avadikin. Em ji deshilatiya hişmendiya mêran durin. Bêgoman zoriyên vê jî hene di aliyê avakirina ramanê û lêkolînkirina pozîtîvîzmê de hîna tuştên bên lêkolînkirin hene. Bitayîbetî jî di Rojhilata Navîn û tevayî cîhanê de hinek nêrînên ku divê em bigirin hene. Di van mijaran de em zoriyan dikişînin. Her wiha pirsgirêkên me yên ziman hene. Bi jinên Rojhelata Navîn re peyîwendiyên me hene û em pêşdixin. Her wiha pêdiviya me bi daxistina civakî heye. Din ava civakê de pêdiviya me ser jinan xebatkirinê heye. Jin din ava civakê de çî jiyan dike û bî kîjan cînayetan re ru bi ruye. Di van mijaran de zorî hene, lê dê bi rêya akademiyan ev ji holê rabin. Despêkirina vê beşa zanînê di çiyan de em giring dibînin.”


‘Emê zanînê ji nû ve bi hişmendiya jinan bigirin dest’


Sema konferansa jineolojiyê ya kul i Ewrupa hatî li derxistin bi bîrxisti û wiha axivî: “Di konferansê de balhat kişandina ser jinên Rojhelata Navîn û zanîna jineolojiyê. Girêdayî jineolojiyê kelecan û hêvî hene. Tevgera azdiya jinên kurd jinek bi hêz afirandiye. Jin ji malan derxistiye nava civakê kiriye xwediyê hêz û vîn. Ji berk u jin vê hêviyê dibînin peyîwendiyek germ nîşan didin. Ev hêviyê dide me jî. Îdiaya me gelek mezine. Emê zanînê ji nû ve bi nêrîna jinan bigirin dest. Emê zanînê ji zanistên pozîtîf rizgar bikin. Jin bi mereqek mezin me dişopînin, lê bêgoman aliyên ku mijarên na pejirînin jî hene. Ev jî hinek nêrîn û li bendêmayînê dixwaze. Heta niha me gelek yên li dijî derketî nedîtine. Bitayîbetî jî femînîst dişopînin. Di bernameyên me de hene peyîwendî li gel wan çêkirin. Emê bigihin armanca xwe. Dînamîk û zemîna me xurte. Em vê zemînê ji civakê digirin.”


‘Piştî faciyeye madenan cardin jin mexdur bûn’


Sema balkişand ser revandina 200 zarokên keç yên Nijeryayê ji aliyê rêxistina Boko Haram ve û got: “Ji bo di dibistanên rojavayan de perwerdeyê nebînin revandin. Weke mal jin birin xwesin di bazaran de bifiroşin. Em dikarin ser vê rewşa jinan binirxinin. Li gorî sîtatîstîkên hatîn diyar kirin bi giştî di cîhanê de nêzî milyonek û 3 hezar mirov hatine revandin û hatine firotin. Ji çaran yekê van jî jin û zarokin. Jinan bê vîn dikin û di bazaran de weke mal dikirin û di firoşin. Di cîhanê de rewşa jinan di vê astê deye.” Sema faciyeya navçeya Soma ya Manîsayê jî bi bîrxisti û wiha got: “Di faciyeya Somayê de bi hezaran karkeran jiyana xwe ji dest dan. Ev jî encamek yê pergala deshilatdare. Mirovan girêdayî xwe dikin û birçî dihêlin, polîtîkaya komînê nîne. Mirovan neçardikin ji bo jiyana xwe, zarok û malabata xwe di binê erdê de bixebitin. Piştî faciyaya Somayê cardin jin mexdur bûn.”


‘Qirkirinên jinan rewa dikin’


Sema anî ziman ku AKP û Serokwezîr qirkirinên jinan rewa dikin û wiha domand: “Pergala harbûyî qirkirinên jinan zêde dike. Tenê de ser jinan vê ser mirovahiyê dikin. Civaka Tirkiyê tiravmayekê jiyan dike. Di tevahiya cîhanê de ev rewşane dibin sedema qirkirinên jinan. Li kolanan û kêlekên rêyan jin tên qetilkirin. Di tevahiya cîhanê de jin di astek wiha denin. Weke komîteya jineolojiyê ji b ovan rewşan çareseriyên me hene. Em van kirîzan dinirxînin. Em dixwazin bi metodek nû bi encamê ve girê bidin.”


QEDIYA…


(zt)