'Dê jin zêdetir xwe birêxitin bikin'

12:45

Nurcan Yalçın-Sarya Gozuoglu / JINHA


AMED – Jinên ciwan girêdayî konferansa xwe ya bi duruşma ‘Jinên Ciwan dê bi Evîna Rêbertiyê Jiyana Azad Avabikin” li darxistin nirxandin kirin û gotin: “Em di wê jişmendiyê denin ku dê azadiya Rêbertiya me bi tekoşîna jinên azad bibe. Ji ber wê jî ji bo jinên ciwan zêdetir hêza xwe ya dînamîk derxînin holê û xwe zêdetir bi rêxistin bikin me gelek biryar girtin.”


Ji aliyê Meclisa Jinên Ciwan ya BDP’ê ve konferansa jinên ciwan bi duruşma ‘Jinên Ciwan dê bi Evîna Rêbertiyê Jiyana Azad Avabikin” hat li darxistin. Jig elek navendên Tirkiye û herêmê jinên ciwan beşdarî konferansê bûn. Jinên ciwan nirxandinên xwe yên di konferansê de bi JINHA yê re par kirin. Delegeya konferansê Mizgîn Çaçan diyar kir ku armanca konferansa wan şikandina hişmendiya mêran ya hezarî salan ser giyan û bedena jinê şopên giran hêlaneye û ji nû ve derxistina holê ya hişmendiya jinane û wiha got: “Di nîqaşên me de zêdetir jin bikevin ferqa hebûna nasnameya xwe ya zayendîde. Bibê bûneyê divê jin zêdetir rêxistinbûna xwe bihêz bikin.”


‘Me mîsyona jinên ciwan nîqaş kir’


Mizgîn wiha dewamî da axaftina xwe: “Di konferansê de nirxandinên siyasî hatin kirin. me nirxandênên girêdayî jinên ciwan heta niha çawan daketin qadan, xwe çawan birêxistin kirine, jinên ciwan çiqas di ferqa nasnameya xwe ya zayendîdenin, weke jinên ciwan li qadan hêza me û mîsyona me ya pêşengiyê çiye li ser van pirsan nîqaş hatin kirin. Armanca konferansê jinên ciwan zêdetir bi rêxistinkirî beşdarî çalakiyan bibin bû. Ji ber wê jî hinekî divê lig ora van peyîwir û mîsyonan jinên ciwan tevbigerin.”


‘Emê weke jinên ciwan rêxistina xwe zêdetir zindî bikin’


Mizgîn anî ziman ku di konferansê de balhatkişandina ser pirsgirêkên jin di nava civakê de rast tê û wiha berdewam kir: “Divê êdî durxistina jinan ji aliyê civakê ve neyê pejirandin. Ji ber wê jî bêyî dem derbasbibe divê biryarên kum e girtine derbazî jiyanê bibin. Ji bo jin zêdetir rêxitina xwe bi hêz û zindî bikin.”


‘Emê biryarên hatine girtin bixin jiyanê’


Delegeya konferansê Zozan Olmez jî diyar kir ku ji bo jinên ciwan bikevin ferqa rol, mîsyon û hêza xwe de hat li darxistin û got: “Jin pir zêde xwe di hindirê mala xwe de heps dikin. Jin ji vê rewşê rizgarkirin jî berpirsyariya jinên rêxistinkirîne. Ji ber wê jî divê em hîn zêdetir bixebitin. Emê di bajarên ku têde dixebitin biryarên konferansê derbazî jiyanê bikin.”


‘Heta jin azad nebe civak jî azad nabe’


Zozan da zanîn ku divê êdî jinên ciwan di ferqa hêza xwedebin û wiha got: “Em despêkê bangt li dayîkên xwe dikin. Divê xwe di malan de negirin û bi hemû gotinên mêran nekin. Divê despêkê jin vê hişmendiyê bişkênin. Divê jin bi çavê berendamên dayîkbûnê li zarokên xwe yên keç ne nêrin û dawiyê li wê hişmendiyê bînin.”


‘Em armanc dikin ku jinan ji bin bandora pergalê derxînin’


Delegeya konferansê ya ji Stenbolê beşdar bûyî Serap Aras jî got: “Di konferansê de ji bo jin ji malê xwe derkevin qadan û tevlî jiyana civakî bibin me gelek biryarên giring girin. Armanca me ya bingehîn jin ji bin deshilatiya hişmendiya mêran, pergal û dewletê derxistine. Divê êdî jin ji medbexê derkevin û li qadan ji bo azadiya xwe biqêrin.”


 (zt)