DOKH’ê banga tekoşîna hevbeş li jinan kir

14:16

JINHA


ŞIRNEX – Têkela DOKH’ê ya Silopyayê bi boneya şermezarkirina tacîz, tecawîz û qirkirinên ser jinan tên kirin hatin bahev. Ser navê jinan Civaknasa Navenda Şêwirmendiya Jinan ya Zahîde Ayfer Şahîn axivî û got: “Êdî tehmula me jinan li hemberî tacîz, tecawîz, întihar û qirkirinên jinan nemaye. Banga me ji bo hemû jinan li hemberî pergala deshilatiya mêran serî neçemînin û werin em bi hev re serî rakin. Em dawiyê li jiyana xwe neyînin werin em bi hev re têbikoşin.”


Li Silopiyayê madeyên narkotîkê hat dayîna H. T ya 17 salî û hat tecawîz kirin. Têkela Tevgera Jinên Azad û Demokrat ya Şirnexê girêdayî bûyerê li ber derê Edliyeya Şirnexê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Hevşaredara BDP’ê ya Cizîrê Leyla Îrmet jî di navê de gelek jin beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankartên bi sernivîsên weke “Emê desturê nedin dewlet qatîlên jinan biparêzin”, “Bila tecawîzkar bên darezandin” û dovîzên weke “Emê qatîlan şermezar bikin, mêr+mal+dewlet = qirkirinên jinan”, “Ji qirkirinên jinan re êdî bese”, “Ked, nasname û bedena me ya meye” û “Ji cînayetên bi kevneşopiyan tên kirin re na” hatin hildan. Ser navê jinan Civaknasa Navenda Şêwirmendiya Jinan ya Zahîde Ayfer Şahîn axivî.


‘Li Tirkiyê cînayetên jinan bi rêkupêk tên kirin’


Ayfer da zanîn k udi çaxa têde dijîn bi hişmediya deshilatiya mêr li ser jinê şidet, tacîz, tecawîz, di temenê biçuk de zewicandin û  qirkirinan dikin û wiha got: “Qatîlên jinan nayên ceza kirin. Piştî ku jinan qetildikin paşê jî bi hincetên vala cezayê wan tên kêmkirin.”


‘Divê tecawizciyên jinan bên ceza kirin’


Ayfer wiha axivî: “Emê îro ji  bo neletkirina bûyera li Silopya 3 kesan madeyên narkotîkê dayîn H. T ya 17 salî û ew tecawîz kirîn li vêderêbin. Ji bo cezayê herî giran bê dayîna wan em li vêderêne. Ji bo tecawîzcî bên cezakirin çî ji destê me bê emê bikin. Heger cezayê giran neyê deyîna wan mixabin dê pêşî li tacîz, tecawîz û qirkirinên jinan neyên girtin. Em jin daxwaza cezakirina tecawizciyan dikin.”


‘Jinên ku hişmendiya mêrane napejirînin întihar dikin’


Ayfer anî ziman ku şidet binpêkirina mafane û wiha berdewam kir: “Di van du hefteyên dawiyê de jin li navenda Şirnex û navçeyên derdorê ji ber nepejirandina deshilatiya mêran xwe întihar dikin. Di 6’ê hezîranê de li navenda Şirnexê Nebahat Tatar, ji ber bihîstina agahiya dê hevserê wê jinê li ser wê bîne xwe întihar kir. 4 zarok bê dayîk hişt û jiyan xwe bi dawîkir. Di 16’ê hezîranê de li gundê kiror yê Qilabanê jî Sevgî Uslu bi çeka birayê xwe yê cerdevan xwe întihar kir. Di 1’ê hezîranê de jî li bajaroka Sêgirkê ya Qilabanê cerdevanê bi navê Kamuran Benek li ber çavê 7 zarokên xwe bi çeka xwe ya cerdevaniyê hevsera xwe qetilkir û Rebîa Benek bi 7 guleyan jiyana xwe ji dest da, kurê wê jî birîndar bû. Dewletê li ser vê erdnîgariyê çeka ceredvana daye welatiyan ew kirine cerdevan, evê yekê jî rê li ber bi wan çekan qetilkirinên jinan vekiriye. Hinek jin bi wan çekan tên qetilkirin û hinek jin jî bi wan çekan bi xwe dawî li jiyana xwe tînin.”


‘Em ji qirkirinên jinan re dibêjin na’


Ayfer balkişand ser bûyera Silopyayê 4 roj berê zarokê lawik yê 8 salî ji aliyê C. K yê 16 salî ve hatî tecawîzkirin û got: “Êdî tehmula me jinan li hemberî tacîz, tecawîz, întihar û qirkirinên jinan nemaye. Banga me ji bo hemû jinan li hemberî pergala deshilatiya mêran serî neçemînin û werin em bi hev re serî rakin. Em dawiyê li jiyana xwe neyînin werin em bi hev re têbikoşin.”


 (zt)