YEK-KOM: Banga tevlîbûna meşa ji bo Halîm Dener kir
08:57
JINHA
DUSSELDORF - YEK-KOM daxuyaniyeke nivîskî weşand û bang li hemû Kurdan kir ku beşdarî meşa ji bo Halîm Dener bibe. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Di van mercên hatine guhertin de, qedexekirina PKK'ê êdî li pêşiya çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd astengî ye. Îro dewleta Tirk bi xwe jî, ji bo çareseriya aştiyane û demokratîk a prisgirêka Kurd bi Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan û PKK'ê re hevdîtinan dike û ev yek ji aliyê her kesî ve tê zanîn.”
Federasyona Komeleyên Kurd li Almanyayê (YEK-KOM) ê di daxuyaniya xwe de bibîr xist ku Halîm Dener di sala 1994'an de dema li hemberî qedexeya PKK'ê afîş dadiliqand ji aliyê polîsê Alman ve hatiye qetilkirin û hat destnîşankirin ku vê qedexeyê ne tenê Kurd krîmînalîze kir, di heman demê de zerar da demokrasiya Alman.
‘Qedexekirina aliyekî zerarê dide çareseriyê’
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ne civaka Kurd ne jî civaka Alman weke berê ne û hat gotin, "Di van mercên hatine guhertin de, qedexekirina PKK'ê êdî li pêşiya çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd astengî ye. Îro dewleta Tirk bi xwe jî, ji bo çareseriya aştiyane û demokratîk a prisgirêka Kurd bi Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan û PKK'ê re hevdîtinan dike û ev yek ji aliyê her kesî ve tê zanîn. Qedexebûyîna aliyekî çareseriyê zerarê dide çareseriyê, hêz û moralê dide rantxurên şer ên li Tirkiyeyê çareseriya demokratîk naxwazin."
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku qedexekirina PKK'ê tê wateya binpêkirina Destûra Bingehîn a Alman û hat gotin ku ne tenê Kurd divê hemû demokratên Alman û her kesên çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd dixwazin li dijî qedexeyê derkevin.
YEK-KOM'ê li ser vê bingehê bang li her kesî kir ku beşdarî Meşa Halîm Dener a 21'ê Hezîranê bibin ku ji aliyê 51 saliyan ve tê organîzekirin.
(zt)
