Di doza Esîn Guneş de biryara girtinê hat dayîn

15:42

JINHA


SÊRT - Di doza Esîn Guneş a ku di sala 2010'an de bi hevserê xwe Guven Guneş û ajokarê taksiyê Beşîr Uzum re çûye navçeya Tîlloyê ya Sêrtê û li ber kelehê mirî hate dîtin îro li Sêrtê hat dîtin. Nûrenên saziyên jinan tevli dozê bûn û diyar kirin ku heta qatilên jinan cezayên giran negirin dê dest ji têkoşîna  xwe bernadin.


Rûniştina doza Mamosteya Dibistana Seretayî Esîn Guneş (27) a ku di 24'ê tebaxa 2010'an de bi hevserê xwe Guven Guneş û ajokarê taksiyê Beşîr Uzum re çûye navçeya Tîlloyê ya Sêrtê û li ber kelehê mirî hate dîtin li 11'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Sêrtê hate dîtin. Malbata Guven Guneş û Beşîr Uzum û malbata Esîn Guneş, parêzer û endamên gelek saziyên jinan tevli rûniştinê bûn.


Rûniştinê serê sibê dest pê kir û nêzî 2 seatan berdewam kir. Heyeta dadgehê ji bo daxwaza parêzerên Esîn Guneş binirxîne navber da rûniştinê. Piştî navberê li gorî rapora Zanîngeha Ortadogu Teknîkê biryara Guven Guneş a girtinê hate dayîn û ji bo Beşîr Uzum jî qedexeya derveyî welat û kontrolê hate dayîn. Heyeta Dadgehê daxwaza dozgeriyê ya cezayê muebetê bidin Guven jî dê rûniştinekî din binirxîne û rûniştin taloqî 13'ê adarê hate kirin.


Daxwaza cezayê muebetê


Piştî biryarê dayîka Esîn Guneş Fariye Işik giriya û keyfxweşiya xwe anî ziman. Işik, diyar kir ku ji bo êdî tu Esînên din neyên qetilkirin divê qatilên jinan cezayên gian bigirin. Ji parêzerên Esîn Guneş Gokçesu Ozgul jî diyar kir ku rapora kesê zanyar jî li gorî keşfa wan kir bû û ji ber vê yekê dozgeriyê daxwaz cezayê muebetê kir.


Piştî rûnşitinê saziyên jinan li ber edliyeyê daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta "Ji jinan re edalet ji qatilan re muebet" vekirin û sloganên "Jin jiyan azadî", "Em dê cînayetên jinan rawestînin" û "Em ji Esîn re edaletê dixwazin" berz kirin. Li ser navê saziyên jinan Endama Platforma Em dê Cînayetên Jinan Rawestînin Fîkriye Yilmaz daxuyanî xwende û diyar kir ku heta qatilên jinan cezayên giran negirtin ew dest ji têkoşîna xwe bernadin.


Civaknasa Navenda Şêwirmendiya Jinê ya Berfînê Celîle Asi jî diyar kir ku gelek jinên wekî Esîn hatin qetilkirin û jinê dê ji hemû dozên jinan re mudaxîl bin.


(la)