Jina poşî sor din ava refên PKK’ê deye
12:47
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Ayşe Denîz Karacagîl ku li Antalyayê tevli çalakiyên Geziyê bû, pûşiya wê ya sor wekî delîl hat nîşandin û hat girtin, piştî ku serbest hat berdan, tevli PKK'ê bû. Karacagîl 4 meh û 6 rojan di girtîgehê de ma û di dadgehê de wiha got: "Em desturê nadin bafiroka zarokan bixin. Divê rengê ewrên li ser gelên Tirkiyeyê veguhere, rengê şîn." Karacagîl bi van gotinan, kesên ku wê didarizînin darizand, piştî tahliyeyê 98 sal ceza hat birîn û wê jî berê xwe da çiyê.
Ayşe Denîz Karacagîl ku beşdarî çalakiyên Geziyê, salvegera Ahmet Atakan, salvegera 12'ê îlonê û çalakiyên ODTU'yê bû û di nav raya giştî de 'keça bi pûşî sor' hat nasîn, tevli PKK'ê bû. Li gorî nûçeya rojnameay Ozgur Polîtîkayê, Karacagîl biryar girtiye tevli refên PKK'ê bibe û navê 'Destan Yoruk' wergirtiye. Ayşe bi hinceta ku tevli çalakiya qetilkirina Ahmet Atakan, gelek çalakiyên din bûye, di 2'ê cotmeha 2013'an de hat girtin, 4 meh û 6 roj di girtîgehê de ma û piştre tahliye bû. Doza Karacagîl li 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Antalyayê hat dîtin û bi îdiaya 'zirar daye malê cemaweriyê', 'li hember peywirdaran derketiye', 'muxalefeta qanûna civîn û pêşandanan kiriye', rastî 98 sal cezayê girtîgehê hat.
‘Tiştên ku hiqûq nabîne tê serê me û em dijîn’
Ayşe di girtîgehê de biryar girt ku tevli PKK'ê bibe û dema girtîbû di dadgehê de kesên ku wê didarizînin, darizandibû û wiha gotibû: "Hinekan nexwest bibihîzin. Ez ê pirsa çima em li kolanan bûn, bibersivînim. Dîrok her tim jiyana berxwedêr dinivîsîne. Kesên ku bi xwînê dîrokê binivîsînin, di nav civakê de birînên kûr vedikin. Li hember delîlên şênber, daraz dixwaze kujeran baş bide nîşandin. Me dît ku kesên bi kêr, li Antalya û Stenbolê êrîşkirin çi hate serê wan. Li derve hinek kes yên kur-hevling çawa milyon pereyan didizin û em şaş ji bo girtina xwe şaş namînim. Yên îktîdar in, bêrûtî kirin û kujer baş dan nîşandin. Pergala serdest ya zilam di girtîgehan de dikeve koxuşên me, henek li kincên me dikin û dibêjin 'ev al mezin e'. Kesên ku li derve dibêjin demokrasî heye, li hundir ciwanan qetil dikin. Tiştên ku hiqûq nabîne tê serê me û em dijîn. Ez bawer nakim ew bên darizandin. Em desturê nadin bafiroka zarokan bixin. Divê rengê ewrên li ser gelên Tirkiyeyê veguhere, rengê şîn. Em hunereke ku xerc dike na, hunereke ku diafirîne diparêzin. Huner dimire, em dibin qêrîna hunerê. Em carnan mirin, carnan kor bûn, carnan hatin girtin. Ez behsa pûşiya sor bikim. Li gorî min rêxistina ku nehatiye dîtin, fabrîkaya qûmaşê ye. Welatê me veguheriye, welatê şaşo paşoyan. Hûn jî li vir hewl didin ku me bidarizînin."

