Dr. Îlhan Dîken jiyana xwe ji dest da

13:11

JINHA


AMED - Serokê Odeya Tabîban ê Amedê yê berê Dr. Îlhan Dîken di encama qeyrana dil de jiyana xwe ji dest da.

Serokê Odeya Tabîban ê Amedê yê berê Dr. Îlhan Dîken duh li mala xwe ya li navçeya Peyasê ya Amedê qeyrana dil derbas kir. Dîken rakirin Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê û ligel hemû mudaxeleyan jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Dîken dê li Goristana Yenîkoyê bê definkirin.

Dr. Îlhan Dîken di sala 1960'an de li Amedê hate dinê û di sala 1986'an Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê xilas kir. Dîken di navbera salên 2004-2006'an Serokatiya Odeya Tabîban a Amedê kir û li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê şêwirmendî kir. Dîken di salên 2008-2010'an de endamê Konseya Navendî yê TTB'ê kir.