Serdar Demirok jiyana xwe ji dest da
13:20
Hezîran
20
/ 2014
JINHA
AMED - Serdar Demirok ê ku di 9'ê hezîranê de di encama teqîna tupê de bi giranî birîndar bibû jiyana xwe ji dest da.
Li gundê Qirêdarê yê navçeya Licê ya Amedê, di 9'ê hezîranê de di encama teqîna tupê ya li malekê de jina bi navê Ayhan Nazlier jiyana xwe ji dest dabû û jê 2 bi giranê 4 kes jî birîndar bûbûn. Ji birîndarên giran Serdar Demirok ê ku li Nexweşxaneya Zanîngeha Dicleyê dihate dermankirin serê sibê jiyana xwe ji dest da.
(zt)
