Îtîraza Roboskiyê hat redkirin
14:23
JINHA
ENQERE - Îtîraza parêzeran a li hemberî biryara Dozgerê Leşker ê Fermandariya Giştî a têkildarî komkujiya Roboskî ya "bêşopandinê" kirin hate redkirin.
Dozgerê Leşker yê Fermandariya Giştî têkildarî lêpirsîna derbarê komkujiya Roboskiyê de berê biryara "bêşopandinê" dabû û di biryarê de têkildarî komkujiyê de pênaseya "şaştiya jêneger" kiribû. Piştî biryara dozgerê leşkerî yê têkildarî lêpirsînê de parêzeran îtîraz kirin. Îtîraza parêzeran ji aliyê Fermandariya Giştî ve ji Serokatiya Dadgeha Leşker a Fermandariya Hezên Hewayî re hate şand û îtîraz hate redkirin.
Komîsyona Hiqûqê ya BDP'ê dê têkildarî redkirina îtîrazê de seat di 15.00'an de li navenda partiyê civîna çapemeniyê li dar bixe.
(zt)
