Li dijî êrişên DAİŞ’ê çalakiya Derbendîxaniyan

15:47

JINHA


DERBENDÎXAN - Duh li qezaya Derbendîxan a girêdayî bajarê Silêmanî yê başûrê Kurdistanê çalakiyek girseyî li dijî êrişên DAİŞ û grûbên radîkal hat lidarxistin. Di çalakiyê de daxwaza bilindkirina yekîtiya neteweyî hat kirin.


Çalakî li Parka Şar a qezaya Derbendîxanê hat lidarxistin. Çalakvanan bi dirûşemeyan piştgiriya xwe ji bo pêşmerge û şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) nîşan dan. Çalakî ji aliyê komîteya Derbendîxan a Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistanê (PÇDK) ve hatibû organîzekirin û gelek welatî beşdar bûn.


Di çalakiyê de daxuyaniya PÇDK’ê hat xwendin. Di daxuyaniyê de behsa giringiya yekîtiya neteweyî ya di vê qonaxê de hat kirin. Herwiha êrişên DAİŞ’ê yên li dijî navçeyên kurdî yên başûrê Kurdistanê bi tundî hatin şermezarkirin û daxwaz ji pêşmergeyan hat kirin ku bi ti awayî destûrê nedin ew çekdar navçeyên kurdî kontrol bikin.


Di çalakiyê de berxwedana YPG’ê ya ku ev çend sale li hemberî grûbên radîkal tê kirin û rojavayê Kurdistanê diparêzin, hat silavkirin. Herwiha di çalakiyê de behsa helwesta KCK’ê ya ji bo piştgiriya parastina axa Herêma Kurdistanê jî hat kirin.


Berî çend rojan Komeleya Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê bi heman armancê li Helebce, Silêmanî, Ranye, Pêncwîn, Kelar, Pişder û çend navçeyên din ên başûrê Kurdistanê çalakiyên cor be cor lidarxistin.


Roja 9’ê hezîranê çekdarên DAİŞ’ê êrişî bajarê Mûsilê kirin û kontrol kirin. Niha jî dixwaze çend navçeyên Kerûkê bixin di bin kontrola xwe de, lê hêzên pêşmergeyan li hemberî van êrişan rawestiyane. 


(zt)