Siyasetmedarê kurd Turan Genç serbest hat berdan

15:53

JINHA


AMED - Turan Genç, ku ji doza sereke ya "KCK'ê" hatibû girtin, serbest hate berdan. 

2'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê siyasetmedarê kurd Turan Genç ê ji doza sereke ya "KCK'ê" hatibû girtin bi boneya zêde di girtîgehê de maye serbest berda. Piştî biryara dadgehê gihiş girtîgehê, Genç ji Girtîgeha Tîpa D ya Amedê serbest hate berdan. Genç li ber girtîgehê ji aliyê malbata wî ve hate pêşwazîkirin. 

Piştî vê tehliyeyê hejmara siyasetmedarên kurd yên di doza sereke ya "KCK'ê" de girtî daket 35 kesan. 


(zt)