10’emîn Civîna Lîjneya Gişti ya bajarê Êlihê hat li darxistin
16:13
JINHA
ÊLIH - Konseya Bajêr a Êlihê 10’emîn Civîna Lîjneya Giştî li darxist û rêveberiyek nû hilbijart. Di hilbijartinê de Hevşaredara Êlihê Gulîstan Akel, wek Seroka Konseya Bajêr hate hilbijartin. Di civînê de Gulîstan Akel axivî û got: “Em wek saziyên Êlihê yên hilberînê pêk tînin, ji bo pirsgirêkên mezin vê platformê gelek mûhîm dibînin. Bajarê me hem bi avantajên xwe û hem jî bi pirsgirêkên xwe ketiye rojeva cîhanê.”
Konseya Bajêr a Êlihê 10’emîn Lîjneya Giştî li darxist. Lîjne li Salona Konferansê ya Şaredariya Êlihê pêk hat. Di civînê de hevşaredarên Êlihê Gulîstan Akel, Sabrî Ozdemîr, Seroka Rêxistina BDP’ê ya Êlihê Serdar Atalay, Alîkarê Waliyê Êlihê Erturgrul Şevket Aksoy, Hevseroka Meclîsa Giştî ya Bajêr Emîne Aslan û gelek nûnerên saziyên civaka sivîl amade bûn. Lîjneyê bi axaftinan destpêkir. Di lîjneyê de hevşaredara Êlihê Gulîstan Akel, diyar kir ku Êlih li Tirkiyê bajarekî herî ciwan, dînamîk û bi hêze û got ku ev yek ji bo wan gelek enerjî û feydeyan diafirîne.
‘Pirsgirêkên me wek yên şîdeta ser jinê û întîharên jinan in’
Gulîstan anî ziman ku ew Êlihê dişîbîne wek ciwanek nûkemilandî û wiha got: “Bajarek xwedî dez-awantaje. Pirsgirêkên xwe di hundirê xwe de dihewîne. Em wek saziyên Êlihê yên hilberînê pêk tînin, ji bo pirsgirêkên mezin vê platformê gelek mûhîm dibînin. Bajarê me hem bi avantajên xwe û hem jî bi pirsgirêkên xwe ketiye rojeva cîhanê. Pirsgirêkên me wek yên şîdeta ser jinê û întîharên jinan in. Bi van rojevan gelek car hate rojevê. Pirsgirêkên me yên hawîrdoriyê jî gelek hene. Di roja îro de gelek pirsgirêkên bajêr ên cûr bi cûr hene. Êlihê bajarek ku ji şer û pevçûnan êşa xwe kişandiye, di serên bajarên heremê de tê. Koçberiya zorê bandorek neyînî li ser çarenûsa Êlihê kir. Ev yek jî dibe sedemên pirsgirêkên civakî.”
Piştî axaftina Akel, ji bo lîjneyê hilbijartina dîwanê pêk hat. Hevşaredarê Êlihê Sabrî Ozdemîr ji bo serokiya dîwanê hate hilbijartin. Peyamên ji bo lîjneyê hatibû hatin xwendin û ji bo Serokiya Konseya Bajêr pêşniyar hatin sitendin. Di encama pêşniyarên beşdarvanan de Hevşaredara Êlihê Gulîstan Akel wek Seroka Konseya Bajêr a Êlihê hate hilbijartin.
Piştî hilbijartina rêveberiya Konseya Bajêr, lîjne bi dawî bû.
(zt)

