Li Efrînê yekemîn konferansa jinên ciwan

16:21

JINHA


EFRÎN- Bi durişma "Heta azadiya Serokatî berxwedana bê dawî" Yekemîn Konferansa Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger a Herêma Efrînê dest pê kir.


Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger a Herêma Efrînê konfernsa xwe ya yekemîn bi durişmeya "Heta azadiya Serokatî berxwedana bê dawî" bi beşariya 200 endamên tevgerê yên her 7 navçeyên herêmê li navenda Emel a herêmê, dest pê kir.


Konferans bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir, piştre Enama Kordînasiyona Yekîtiya Star Arşam Kerdman axivî û got ku jinên ciwan li Rojava tevger pêş xistin û wan bi hêza xwe ya denamîkî gelek tişt bidest xistin.


Di konferansê de gelek peyamên pîrozkirinê yên ku ji aliyê YPG ê, Hêzên Asayîşê, Saziya Zimanê kurdî û Saziya Malbatên Şehîdan ve hatibûn şandin, hatin xwendin.


(zt)