‘Divê girêdayî rewşa girtiyên nexweş biryarên radîkal bên girtin’
16:58
JINHA
WAN – Şaxa ÎHD’ê ya Wanê bi boneya serbest berdana girtiyên nexweş duh li kolana Hunerê standa îmzayan vekirin. Standa îmzayan ya hatî vekirin ji aliyê welatiyan ve rastî eleqeyek mezin tê. Li ber standa îmzayan Serokê Gikştiyê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan diyar kir ku her roja diçe hijmara girtiyên nexweş zêde dibe û got: “Divê tedbîrên radîkal bên girtin. Emê di roja 27’ê Hezîranê carekedinê li Enqereyê rewşa gitiyên nexweş li bîra hikumata AKP’ê bînin.”
Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Wanê bi boneya serbest berdana girtiyên nexweş duh li kolana Hunerê standa îmzayan vekirin. Standa îmzayan ya ku duh hatî vekirin û dê heta 23’ê yê hezîranê vekirîbimîne ji aliyê welatiyan ve rastî eleqeyek mezin tê. Îmzayên bên komkirin dê despêkê ji Wezîrê Dadê, Serokomar, Serok Wezîr û Meclisê re bê şandin. Li ber standa îmzayan Serokê Gikştiyê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan da zanîn ku ji ber bê ewlehiya girtiyan her roja ku diçe hijmara girtiyên nexweş zêde dibe û wiha got: “Rejîma cezayê înfazê ya Tirkiyê li ber hilweşanêye. Pergala tecrîtê ya Tîpa F dibe sedema zêdebûna nexweşiyên girtiyan. Bedena mirovan nikare xwe li hemberî wan şertên jiyana di wan tecrîtan de tên jiyîn bigire û her roja diçe bedena wan dikeve.”
(zt)

