3 filîmên ser jinan hatin nîşandan
17:07
JINHA
EFRÎN – SZK a herêma Efrînê li salona filman a Enstîtuya Ş. Viyan Amara ya ziman û wêjeya kurdî, sê film pêşkêş kirin.
Saziya Zimanê kurdî (SZK) Di çarçoveya rêzeçalakiyên hemleya Koma Jinên Bilind (KJB) a bi durişmeya"Jin ji bo azadiya xwe û rêberê xwe têdikoşin" de, SZK ê sê filmên derbarê rola jinê û tundî û kiryarên li dijî wê tên meşandin, pêşkêş kirin.
Yekem filmê ku hate pêşkêşkirin bi navê "Sureya" yê derbarê astengiyên li pêşiya jinê derdikevin bû. filmê duyemîn ê ku hat pêşkêşkirin "Bêrîtan" bû û yê sêyemîn "Yek Mûmik" bû.
Di dawiyê de, piştî pêşkêşkirina filman mamoste û rêveberên saziyê li gotubêjên û nerînên jinên ku film temaşe kirin, guhdar kirin.
(zt)
