Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Şirnexê ketin gireva birçîbûnê

17:54

JINHA


ŞIRNEX  - Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê li hemberî pêkanên rêveberiya girtîgehê yên keyfî dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Bi hezaran kes bi armanca piştgiriyê bidin çalakiyê li ber girtîgehê kom bûn.

Girtiyên siyasi yên li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê bi li hemberî pêkanînên keyfiyeti yên rêveberiyê û binpêkirinên mafên mirovan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Piştî agahiya çalakiyê hate bihîstin bi hezaran welatî jî ji bo piştgiriyê bi din girtiyan herik ber girtîgehê. Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê bi nameyekê daxuyandin ku ew li hemberî pêkanînên keyfî yên rêveberiya girtîgehê û binpêirinên mafên mirovan 3 roj berê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Ligel çalakiya greva birçîbûnê girtî dernekevin hevdîtinên malbat û telefonan jî.

Li ser banga girtiyên siyasî rêveberên BDP û HDP’ê û bi hezaran welatî ji bo piştgiriyê bidin girtiyan li ber girtîgehê kom bûn. Hevserokê Rêxistina BDP'ê yê navçeya navendiya Bedirxan Ûysal, diyar kir ku ew ji bo piştgiriyê bidin girtiyên siyasî li ber girtîgehê kombûn û wiha got: "Çiqas gavên erenî hebin jî hikumet hîn tu gavek ber bi çav navêtiye û li zindanan, tûndî û îşkence berdewam dike ji ber vê sedemê fikarên wan zêde dibin. Dixwazin bi zextan girtiyên siyasî teslîm bigirin. Lê em xizmên girtiyan rêhevalên xwe bi tenê nahêlin."

Piştî axaftinan girse bi sloganan ji ber girtîgehê veqetiya.


(zt)