Li Pasurê qeza 11 birîndar
18:03
Hezîran
20
/ 2014
JINHA
AMED - Li navçeya Pasûrê ya Amedê qezaya trafîkê pêk hat û di encama qezayê de 11 kes birîndar bûn.
Li gorî agahiyên ku hatine bi destxistin li navçeyê Pasûrê ya Amedê, li nêzî taxa Karabulak, wesayîta ku A. U. diajot wergeriya. Di wesayîtê de 5 jê zarok û bi giştî 11 kes hebûn. Kesên birîndar bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Pasûrê. Hat ragihandin ku rewşa 2 birîndaran girane û herdu birîndar jî sewqî Amedê kirin.
(zt)
