Destanên Çanda kurdî ya devkî dibin pirojeyên pirofesînel

08:37

 Şêrîn Hiso- Melek yuksel /JİNHA


AMED – Xwendekarên beşa muzîkê yên Navenda Çand û Hunerê  ya Cegerxwîn  di çarçoveya berhemên xweyên dawiya salê de şanoyek amadekirine. Şano çîroka zarokan ya gelerî a bi navê ‘Çîroka Dîkil Axa’ dibin pêşengiye hunermend Mizîn Tahîr de tê amadekirin. Mizgîn girêdayî xebatên xwe yên amadekirina şanoyê axivî û got: “ ‘Çîroka Dîlkil Axa’ çîrokek  kurdî gelerî ye. Hemû axaftin û guftigo yên çîrokê bi awayekî mûzîkal di navbera lîstokvana de tê strandin û bi van strana çîrok tê gotin.”


Îsal jî Xwendekarên beşa muzîkê yên Navenda Çand û Hunerê  ya Cegerxwîn  di çarçoveya berhemên xweyên dawiya salê de şanoyek amadekirine. Ev 3 salin pirojeyên bi vî rengî ji aliyê şagirtên  Navenda Çand û Hunerê  ya Cegerxwîn ve tên amadekirin. Berîniha ‘Destana Şahmaran’ û ‘Çîroka Zembîl firoş’ hatine amadekirin û lîstin. Niha jî çîroka zarokan ya gelerî a bi navê ‘Çîroka Dîkil Axa’ dibin pêşengiya perwerdêra hunerê Mizîn Tahîr tê amadekirin.  Şagirtên beşa Muzîkê dest bi amadekariyên dawiyê yên pêşkêşkirina şanoya xwe ya  Muzîkal  ya çîroka zarokan a bi navê “Dîkil Axa” kirine. Şano dibin çavdêriya hunermend Mizgîn Tahir tê amadekirin. Şano dê 22’ê Hezîranê de li Navenda Çand û Hunerê  ya Cegerxwîn  bê lîstin. Mizgîn Tahir girêdayî xebatên xwe yên amadekirina şanoyê wiha axivî: “Dîlkil Axa Çîrokek  kurdî gelerî ye . Çîrok  wekî  şanoyek mûzîkal dê bê lîstin . Hemû axaftin û guftigo yên çîrokê bi awayekî mûzîkal di navbera lîstokvana de tê strandin û bi van strana çîrok tê gotin. Ev piroje bi awaykî pirofesînel hatiya amadekirin. ”


‘çîrokek gelerî ye li hemû herêmên kurdistanê belav bûye’


Mizgîn  da zanin ku ev çîrok çîrokek gelerî ye li hemû herêmên kurdistanê belav bûye û got: “Li her herêmek ya kurdistanê ‘Çîroka Dîkil Axa’ bi awayekî çûda tê gotin. Lê piştî ku me  lêkolîn kir me dît ev cûdahî tenê di rêsandina çîrokê de ye endamên çîrokê û wateya wê ya giştî ji hev ne cûda ye. Me ji çîrokên  belavbûyî  çîroka giştî derxist. Me çîrok bi awayekî helbestî rist amadekir û melodiya wê jî berhevkir.”


‘pêwîste ku ji bo zarokan jî xebatên taybet bên kirin’


Mizgîn  anî ziman ku lîstikvanên şexsiyetên çirokê şagirtên başa Muzîkê ne û wiha got: “Di vê pirojeyê de 6 endamên sereke yên lîstokê evin; ‘ Dîk, Pîrê yê din jî leşkerê Dîk in Topişk, Mar,  tepka rêxê û  Gundor .’ Kesên din di lîstikê de koro ne ew jî rola gundiya dilîzin. Lîstikvanên sereke  3 jin û 5 mêr in. Armanca pirojeyên bi vî rengî  pêşxistina çanda kurdî ye. Me dît ku pêwîste ji bo zarokan jî xebatên taybet yên kurdî bên kirin. Ji ber vê yekê me çîroka Dîkil Axa hilbijart.”


‘Divê em parastina çanda xwe ya kurdî a devkî  jî bikin’


Mizgîn diyar kir ku  di Çanda kurdî  ya devkî de gelek çîrokên  zarokan  hene û çanda kurdî ya devkî çandek dewlemende û wiha pêde çû: “Divê em li çanda xwe ya devkî  xwedî  derkevin û em hewil bidin her dem ji bo ev çanda dewlemend wenda nebe. Ji ber ku hebûna gel bi hebûna çand û hunera wî gelî ve girêdayî ye.”


‘çand û hunera gel  dibe pîvana hêza têkoşînê’


Mizgîn debarê girêdana têkoşîna gel bi çand û huner ve jî wiha got: “ Têkoşîna gel ji bo hebûna gel e. hebûna gelekî  di hebûna çand, fikir û hunera wî gelî de tê dîtin. Ji ber vê yekê her çiqas gel çand û hunera xwe pêşxe ev yek dibe pîvana hêza têkoşîna wî gelî. Gelê kurd têkoşînek mezin kiriye heta çand û hunera xwe parastine.”


‘Me  xwest em xwe li dunya zarokan bibînin’


 Şagirta Beşa Muzikê ya  Navenda Çand û Hunerê ya Cegerxwîn  Berfîn Aktay  ev   2 salin li heman navendê perwerdey ê dibîne.  Berfîn anî ziman ku Gelek kes ‘Çîroka  Dîkil Axa’ di zanin, lê  amadekirina çîrokê  weke pirojeyek pirofesînel  tiştek cuda derket û wiha axifî: “ Ez di lîstika Dîkil Axa de rola Dîk dileyîzim. Dîkekî  pîrek çav nebar heye  mina xulamek xwedî dike. Dîk ji birçîna danê pîrê dixwe. Pîrê jî çavê Dîk dirjîne . Dîk bi çolê dikeve û leşkerkî ji bo tolhildana xwe dide hev. Gelek xebatên bi vî rengî hatine kirin. Em  baş zanin ku tiştek herî girîng di nava civakê de zarok in lê heta niha xebatê zarokan qelsin. Armanca me  ew e  ku em bi cûreyên nû ji hunerê  bala zarokan bikişînin û em xwe li dinyaya zarokan bibinin. Ez bawerim ev karek giringe.”


(şh/zt)