Songul Yılmaz: Emê li hemberî pergala deshilatiyê xwe birêxistin bikin
10:05
Tekoşin Tekin/JINHA
EDENE – Yek ji bajarên herî qirkirinên jinan lê tên jiyan kirin Edeneye. Aktîvîsta SFK’ê Pr. Songul Yildiz diyar kir ku komkujiyên jinan polîtîk tên kirin û got: “Divê em jin li hemberî deshilatiya mêran bibin yek û rêxistina xwe bi hêz bikin.”
Yek ji bajarên herî qirkirinên jinan lê tên jiyan kirin Edeneye. Aktîvîsta Kolektîfa Sosyalîst û Femînîstanan (SFK) Pr. Songul Yildiz komkujiyên jinan axivî. Songul da zanîn ku hişmendiya mêran zorî û şidetê li jinan dikin nahêlin jin bibin xwediyê beden û nasnameya xwe.
‘Cînayetên jinan weke întiharê derbazî qeyîdan dibin’
Songul wiha axivî: “Her çendî ku komkujiyên jinan weke întihar derbazî qeyîdan bibin jî em dizanin ku mêr û hişmendiya mêran ew dane zorê heya tuştek wiha bikin. Ji ber wê jî em întiharê weke cînayetan dibînin.” Songul di 14’ê hezîranê de li Edeneyê Seher Aygun ya 20 salî 40 rojan şideta ji hevserê xwe dîtî û li mala bavê xwe vegeriyî û gotî: “heger ez ne mirim dê hevserê min zararê bide malbata min” bi bîr xist û wiha domand: “Ji van kirinan re întihar gotin şaşe. Di holê de cînayetek heye û berpirsê cînayetê jî hevserê Seherê û pergala ku wê ne parastiye.”
‘Qatîl bi cezayek kêm tên rizgar kirin’
Songul anî ziman ku li Tirkiyê jin ji ber ji biyaniyekê saetê dipirsin, ji ber taytê sipî di wergirin û ji ber dixwazin ji hevserê xwe cuda bijîn tên qetilkirin û wiha berdewam kir: “Dewleta mêran ji bo ku mêrên qatîl bi cezayek kêm rizgar bikin hemû mekanîzmayan dixin dewrê. Baş tê dîtin ku van hemûyan li ser nasname û bedena jinan dikin.”
‘Bila êdî dad vegere erênîbûna jinan’
Songul derbirî ku ew weke Platforma Jinên Edeneyê cînayetên jinan yên li wê dişopînin û got: “Xebatên me bandorê ser pêvajoya darazê dike. Em dixwazin dad dest ji bihaneyên qetilkirinên jinan û kêm ceza dayîna qatîlên wan berdin û êdî dad aliyê jinan jî bibînin.”
‘Dema ku zagonan çêdikin nêrînên rêxistinên jinan nagirin berçavan’
Songul balkişand ser nêzîkatiya hikumetê ya li jinan û wiha got: “Dewlet girêdayî hişmendiya zayendî zagonan naguhere. Ji ber yên zagonan çêdikin û diguherin jî mêrin. Heta di dema guherîna zagonan de nêrînên rêxistinên jinan berçav nagirin. Hîna malên sitargihên jinan gelek kêmin. Mînak li Edeneyê sitargeha jinan ya ku dêvê navnîşana wê veşartî be ji aliyê har kesê ve tê zanîn. Tenê zagon jî têr nake divê bi awayekî bandorker ser pirsgirêkê bê rawestandin.”
‘Jinên tên qetilkirin di çandeyên wan de madeyên xwe parastinê derdikevin’
Songul da zanîn ku ji ber bi qasî tê xwestin hikumet hesasyetê nîşan nade ji ber wê cînayetên jinan tên jiyan kirin û wiha domand: “Di çanteyên jinên tên qetilkirin de madeyên xwe parastinê derdikevin. Heta şiteta mêran û qetilkirina jinan rewa bê dîtin dê tu guherîn çênebin. Heta hewildanên jinan yên ji bo bûyîna xwediyê nasname û bedena xwe bên asteng kirin û bibin sedemê qetilkirina jinan dê tu guherîn çênebin.”
‘Divê hema zagon bên guherîn’
Songul anî ziman ku divê zagon bê vegerandina di erênîkirina jianan de û wiha berdewam kir: “Divê cezayê qatîlên jinan neyê kêmkirin û bi qasî maf kirine ceza bê dayîna wan.”
‘Li hemberî pergala deshilatiya mêran divê em xwe bi rêxistin bikin’
Songul di dawiyê de wiha got: “Divê em jin li hemberî deshilatiya mêran bibin yek û rêxistina xwe bi hêz bikin. Ji ber van sedeman emê weke rêxistinên fenînîst û rêxistinên jinan van dozan bişpînin.”
(zt)

