Dibistana Cegerxwînê Hunerê Xwe Parve Dike

10:15

JINHA


AMED- Navenda Çand û Hunerê ya Cergerxwîn  bi silogana 'Dibistana Cegerxwînê Hunera Xwe Parve Dike' dest bi çalakiyên xwe yê hunerî kir. Navend dê encamên xebata xwe ya salekê di 20, 21,22'ê hizêranê de pêşkêş bike. Di roja despêkê de ji aliyê temaşevanan ve bername bi coş û keleçanek mezin hat şopandin.


Navenda Çand û Hunerê ya Cergerxwîn ya Amedê dest bi çalakiyên xwe yê hunerî kir. Xebatkar, xwendekar û mamosteyên her 6 beşên Navendê dê encamên xebata xwe ya salekê di 20, 21,22'ê yê hizêranê de pêşkêş bikin. Di roja destpêkê 20'ê hizêranê de Endamên beşa Govendgêriyê, Sînema, wênesazî û Muzîk hunera xwe pêşkêş kirin. Bernameyê li Navenda Cegerxwînê bi deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên tevgera azadiyê despêkir. Di destpêkê de Govend derket ser dikê û govendên herêma Amedê pêşkêş kirin. Xwendekarên beşa Wênesaziyê jî  pêşangeha xwe ya wêneyan vekirin. Wêneyên ku ji aliyê 9 wênesasan ve hatibûn xêzkirin bala mîvanan bi reng û mijarên xwe kişand. Koma muzîkê jî hunerê xwe yên muzîkê nîşan dan. Paşê jî ser navê Şaredariya Peyasê Fatma Arşîmet axaftinek kin kir.


‘Xebatên çand û hunerê ji bo ciwanan pir girîng e’


Fatma  di destpêka axaftina xwe de berxwedana Licê, hunermendên ciwan silav kir û wiha got:" Xebatên çand û hunerê zêdetir ji bo ciwanan pir girîng e. Ji ber ku pergala heyî zêdetir li ser ciwanan disekine û dixwaze ku ciwanan bi tiryakê tune bike. Ji bo ku ciwanên me nekevin riyên nebaş divê em van xebatên xwe xurtir bikin."


şagirtên beşa Sînema filmên bi navê ‘Bexçê Gulan Derdê Dilan’, ‘Hêlîna Jiyanê’ û ‘Rêwîtiya Wenda’ yên ku bi xebatên komî  hatibûn amadekirin ji bo temaşevanan hatin nîşandan.


di dawiya bernameya roja destpêkê de xwendekarên beşa Muzîkê xebatên xwe yê Muzîkê bi navê Dildîwan pêşkêşkirin. Bername roja despêkê bicoşek mezin dawî bû.


(şh/zt)