'Li diyarê xudawendan bi bavê xwe re heval bûyîn...'

11:27

Asiye TEKİN - Mekiye GORENÇ


JINHA


QENDÎL – Sarya Pelşîn diyar kir ku li metrepolên Tirkiyê yên durî welatê xwe ji polîtîkaya tayîbet ser ciwanên kurdan gelek bandor bûye û ji ber wan sedeman jî di sala 2001’an de tevlî nava refên gerlla bûye û got: “Xeyala herî mezin ya bavê min jî tevlîbûna gerîllabû. Dema ku hevaral gahiya beşdarbûna bavê min ji bo min got ez gelek kêfxweşbûm. Li gel bavê xwe heman tekoşîn dayîn, di oxira gelan de hatina çiyan û di cihê xudawendan bi bavê xwe re hevaltî kirin ji bom in gelek watedare.”


Sarya Pelşîn ji ber polîtîkaya xirab ya li Tirkiyê ser ciwanên kurd tê meşandin di sala 2001’an de tevlî nava refên PKK’ê bûye. Sarya da zanîn ku di dema dîlgirtina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de ew tevlî nava refên PKK’ê bûye. Sarya di despêka axaftina xwe de balkişand ser li Tirkiyê polîtîkaya tayîbet ser ciwanên kurdan tê meşandin û wiha got: “Li Tirkiyê ciwanên kurd ber bi jiyanek bê wate ve tên kişandin. Ji ber wê jî di serê mirovan de nakokî çêdibin. Hem jî dîl girtina Rêbertiyê jî mijara gotinêbû. Ji bo ezê çawa bijîm, çawan zêdetir tevlîbûna xwe ji pêvajo û jiyanê re çêkim, çawa jiyanek zêdetir bi hêz bijîm ez din ava lêgerînan debûm. Ji berk u malbata min welatparêz bû polîtîkaya pergalê ya tayîbet jiyana ciwanan di aliyê nerênî de bandor dike pir bandor l imin nekir.”


‘Nakokiyên min jiyan dikirin bûn sedema tevlîbûna min’


Sarya anî ziman ku pergal jiyanê, kesan û tayîbetî jî jinan bê wate dike û wiha domand: “Min ev nakokiyane gelek bi kuranî jiyan kir. Ji ber zordariya pergalê malbata min ji gund neçar man koç kirin. Ji ber jiyanek bi wate li metrepolên tirkan ne dihat jiyan kirin min biryara derketina warên azad da. Nakokiyên min jiyan dikirin bûn sedema tevlîbûna min. Li gel van jî weke jinekê jî min nakokiyên jinbûnê jî jiyan dikir. Ji ber pergal bi her awayî jinan dixe û bê vîn dike. Li tu cihan jin nikarin bi rengên xwe din ava pergalê de bijîn. Di her aliyê jiyanê de ser jinan êrîşek heye. Piştî tevlîbûnê min xwe li warên azad hîskir. Ev cih cihên azad, xwenaskirin û bi xwe re ru bi rubûnê ne. Ez bawerdikim ku çiya bi mirovan re felsefeya jiyanê dide avakirin.”


‘Bi bavê xwe re tekoşîn kirin hîsekî gelek cudaye’


Sarya destnîşan kir ku ji derveyî wê bavê wê, meta wê û pismamê wê jî beşdarî nava refên PKK’ê bûne û wiha berdewam kir: “Din ava civakê de piranî peyîwendiyên keçan li gel bavê wan bi awayekî fewdalîne. Niha di çiyayan de bav û keç bi hev re din ava heman refan de tekoşînê didin ev jî berhemê keda Serokatiye. Di tevlîbûnan de ne tenê bav û keç hene, di heman demê de caranan mirov dinêre 3 xwişk bi hev re beşdar dibin, carnan dibînê dayîk li gel zarokên xwe bi hev re beşdarbûne. Gengaze ku mirov din ava refên gerîlla de van mînankan bibînin. Li vêderê tekoşînek gelemperî tê dayîn. Heger li hemberî pergala deshdilat ya heyî hişmendiyek baş neyê pêşxistin dê bibe sedema belavbûna gelek malbatan. Li gel bavê xwe din ava heman refan de tekoşîn kirin hîsek cudaye. Ez difikirim ku em di vana liyan de deyîndarê Rêbertiyêne. Din ava civakê de peyîwendiyê keçan û bavê wan tên zanîn.”


‘Yek ji armancên min yên sereke dîtina Serokatiyê ye’


Sariya bilêv kir ku dema bavê wê beşdarî nava refên gerîlla bûyî temenê wî 40 salî bû û wiha pêde çu: “Xeyalê bavê min yê herî mezin bûyîna gerîllabû. Ji bo wî ev armancekbû. Lê ji ber derfetên malbatê yên zor nedikarî beşdar bibe. Li ser malbatê her dem pêkutî tundî û girtin hebûn. Ji ber wan sedeman bavê min beşdarbû. Dema ku hevalan agahiya başdarbûna bavê min ji bom in gotin ez gelek kêfxweşbûm. Li gel bavê xwe heman tekoşîn dayîn, di oxira gelan de hatina çiyan û di cihê xudawendan bi bavê xwe re hevaltî kirin ji bom in gelek watedare. Ya herî giring jî bi bavê xwe re hevalbûyîn ji bom in hîsekî gelek cudaye. Ez dikarim bêjim ku ev hîsane hêzek pir mezin didin min. Gelek caran mijarên ku ez bi bavê xwe re nîqaş bikim hene. Gelek caran di gelek xalan de em alîkariya hev dikin. Ez dikarim bêjim ku ev xeyalê minê kesanîbû. Ji bo min armanca herî sereke li gel bavê xwe û hevalên xwe di warên azad de dîtina Serokatiyêye.”


 (zt)