'Zarokên me li hemberî zilmê berê xwe didin çiyayên Kurdistanê’

13:12

Sarya Gozuoglu - Nurcan Yalçın / JINHA


AMED – Dayîkên Aştiyê yên ku zarokên wan beşdarî nava refên PKK’ê bûne û li ber derwê Walîtiya Amedê runiştine di roja xwe ya 4’emîndene. Ji dayîkan Şerzane Anar got: “Zarokên me li hemberî zilmê berê xwe dane çiyanyên Kurdistanê. Zarokên me li hemberî çêkirina qereqolan, girtîgehan û hemû awayê zilmê tercîha xwe kirine û tevlî nava refên PKK’ê bûne.” Ji Dayîkên Aştiyê jî Yildiz Damla bang li hemû dayîkan kir û wiha got: “Bila hemû dayîkên ku aştiyê dixwazin bên em mil bindin milê hev. Bi yek dengî banbikin û aştiyê bixwazîn.”


Dayîkên PKK yî û HPG yiyan yên girêdayî Meclisa Dayîkên Aştiyê di Parka Bîrdariyê ya li hemberî Walîtiya Amedê dest bi çalakiya runiştinê kirine û di roja 4’emîn de çalakî berdewam dike. Dayîkan diyar kirin ku divê hikumet ji pêvajoya çareseriyê ya ku ji aliyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ve di Newroza Amedê ya 2013’an de despêkirî îstifade bigirin û tevlî pêvajoya çareseriyê bibin ji bo şertên jiyanê bên başkirin û derfetên wan yên bigihin zarokên xwe çêbibin. Dayîkên li ber Walîtiyê runiştîn dan zanîn ku zarokên wan bi mafdarî beşdarî nava refên PKK’ê bûne û ew zarokên xwe ji dewletê dixwazin. Girêdayî mijarê Dayîka Şerzane Anar wiha axivî: “Em dixwazin bigihin zarokên xwe yên beşdarî nava refên PKK’ê bûne. Em dixwazin faîlên kiriyar nediyar bên lêkolîn kirin û dîtin. Em dixwazin azrokên me yên di girtîgehan de serbest bên berdan. Ya herî giring jî em azadiya Serokatiya xwe dixwazin.”


‘Zarokên me li hemberî çêkirina qereqol û girtîgehan beşdarî nava PKK’ê dibin’


Dayîka Şerzane destnîşan kir ku ew zarokên xwe ji dewletê dixwazin û wiha domand: “Heger dewleta Tirkan evqas zordarî li ser gelê kurdan ne kiribana dê zarokên me jî neçubana serê çiyan. Heger mafê jiyanek rehet bide mirovan dê kî biçe di şertên zor de tekoşînê bike.” Şerzane balkişand ser gotinên Serokwezîr û wiha berdewam kir: “Heger zarokên me tevlî nava PKK’ê dibe bila vê mijarê ji xwe bipirse. Ji ber zilm, zordarî û polîtîkayên wan yên qirêj zarokên me diçin. Ev ji salekê zêdetire me di xapîne û gavan na avêje.” Şerzane derbirî ku hikumetê tu sozên xwe ne anîne cîh û wiha pêde çu: “Zarokên me li hemberî çêkirina qereqolan, girtîgehan û zilmê tercîha xwe dikin û tevlî nava PKK’ê dibin. Heta em saxbin ser dunyayê emê li piş zarokên xwe rawestin.”


‘Zarokên me li hemberî zilmê berê xwe didin çiyayên Kurdistanê’


Şerzane bang li dayîkên bi îdiaya “PKK’ê zarokên me revandine” jî kir ku got: “Kes zarokan bi zorê nabin çiyan. Bila ew jî dewletê berpirs bibînin. Li gel ev salek û nîve Serokê me pêvajoya çareseriyê dayî despêkirin jî lê ji aliyê hikumetê tu gav ne hatiye avêtin. Heger aştiyek mayînde bê kirin ji xwe pêdivî bi çuyîna zarokan jî namîne. Zarokên me berê xwe dane çiyayên Kurdistanê û rêya ronahiyê hilbijaritine. Ji ber zarokên me zilim baş têgihiştine.” Ji ber wê jî Şerzane bang li dayîkên ber şaredariyê runiştine kir ku wiha got: “Divê êdî ew jî di ferqêdebin. Werin em mil bidin milê hev û aştiyek mayînde bixwazin.” Şerzane derbirî ku dê bi avabûna aştiyek mayînde bigihin zarokên xwe.


‘Bila hemû dayîkên aştiyê dixwazin bên’


Ji dayîkên tevlî çalakiya runiştinê bûyî Yildiz Damla jî diyar kir ku wan ji bo aştiyek mayînde dest bi vê çalakiyê kirine û got: “Em bang li hemû dayîkên şehîd, gerîlla, leşker, polîsan, girtiyan û hemû dayîkên aştiyê dixwazin dikin bila bên em bi hev re bi yek dengî aştiyê biqêrin.” Yildiz da zanîn ku dê bi avabûna aştiyek mayînde Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî bigihe azadiya xwe, dê zarokên wan yên ji ber zilma AKP’ê çune çiyê vegerin malên xwe, dê qedexeya ser zimanê kurdî rabe û zarokên wan bi kurdî perwerdeyê bibînin. Yildiz bibîr xist ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo aştiyek mayînde şer da sekinandin. Yildiz destnîşan kir ku ji bo derê girtîgehan vebe û zarokên wan yên li çiyan jî bê bigihe wan Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dest bi pêvajoyek wiha kir.


‘Heger Serokwezîr aştiyê neyîne bila îstifa bike’


Yildiz anî ziman ku pergal polîtîkaya xwe ya qirêj ser wan dayîkên ber şaredariyê runiştine dide meşandin û wiha domand: “Dewlet ji bo wan derewam dike. Yên ku zarokên wan derxistine çiya dewlete.” Yildiz anî ziman ku Serokwezîr li hemberî dayîkên kurdan ne baldare û wiha berdewam kir: “Dayîkên kurdan ji ber barandina rondikên çavan korbûn. Bila Serokwezîr û hevsera xwe Emîne Erdogan destê xwe danin ser wijadna xwe. Bila bi wijdan nêz bibin.” Yildiz bilêv kir ku heger Serokwezîr û Serokomar aştiyek mayînde avanekin bila îstifa bikin.


 (zt)