Di Festîvala Çandan a Holendayê de muzîka kurdî

15:42

JINHA


AMSTERDAM - Festîvala Çandan a Holendayê ji sala 1948’an heta niha her sal tê kirin û di wê festîfalê de huner tên nîşandan. Îsal jî festîfalê bi dewlemendiya hunerê despêkir. Din ava festîfalê de grûbek muzîka kurdi ya bi navê Niştîman di bin pêşengiya hunermend Hejar Zehawî de beşdarî festîfalê bû û bi qasî saetekê muzîka hemû herêmên kurdistanê li pêşberî 90 hezar mirovên biyanî sitirîn.


Li welatê Holanda yek ji çalakiyên herî mezin yên hunerê jî Festîvala Çandan a Holendayêye. ji sala 1948’an ve festîval tê lidarxistin û salane bi beşdariya navbera 70 bo 90 hezar kes beşdar dibin, konser, pêşangeh û karên hunerî têde tên pêşkêş kirin. Îsal jî bi çalakiyên xwe yên hunerê festîfalê despêkir. Di festîfalê de nêzî 90 hezar mirv beşdar bûn. Din ava festîfalê de li Salona Muziekgebouw aan’t ij ya paytexta Holendayê Amsterdamê konserên grûbên mûzîkê yên cîhanê hatin nîşandan. Li ser navê Kurdistanê jî Grûpa Niştîman beşdar bû. Grûba Mûzîkê ya Niştîman dibin pêşengiya hunermend Hejar Zehawî de beşdarî festîfalê bû. Grûba Niştîmanî li ser navê Kurdistanê beşdar bû û heta saetekê stranên Kurdî ên hemu herêman pêşkêş kirin.


(zt)