'Girtiyên nexweş di nava sêgoşeya cendereyê de terkî mirinê kirine'

09:02

Nurcan YALÇIN / JINHA


AMED – Parlementerê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz diyar kir ku li girtîgehên herêmê û tevaya Tirkiyê 235 jê giran bi giştî 642 girtiyên nexweş di nava çar dîwaran de li benda mirinêne û got: “Hikumet bê baldarî girtiyên nexweş teslîmî Saziya Tiba Edli ya bi îdolojiya dewletê di xebite û dozgerên ji wijdanê xelas kirine. Di nava vê sêgoşeya cendereyê de girtiyên nexweş terkî mirinê kirine. Heger di van aliyan de gav neyên avêtin ezê bi destura desteya xwe kesanî serî li çalakiyên cuda bidim.”


Her roja ku diçe astengiyek nû derdixin pêşiya serbest berdana girtiyên nexweş û her diçe tenduristiya wan jî giran dibe. Parlementerê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz girêdayî rewşa girtiyên nexweş axivî. Faysal da zanîn ku li gorî ev demdirêje rewşa girtiyên nexweş di rojevêdeye jî lê ji aliyê hikumetê tu gav nehatine avêtin û wiha got: “Li gel ku Birêz Abdullah Ocalan û gelê kurd hemû niyetên xwe yên erênî derxistine holê jî lê di mijara herî mirovane ya girtiyên nexweş de jî tu gavên berbi çav nayên dîtin û her diçe paşde dixe.”


‘Girtiyên nexweş din ava sêgoşeyekê de terkî mirinê tên kirin’


Faysal anî ziman ku hikumeta AKP’ê bi awayekî bê baldarî, bê berpirsyarî û paşde xistinê nêzî pirsgirêka girtiyên nexweş dibe û wiha domand: “Ji ber vê helwesta hikumeta AKP’ê girtîgeh vegeriyane malên mirinê. Hikumet bê baldarî girtiyên nexweş teslîmî Saziya Tiba Edli ya bi îdolojiya dewletê di xebite û dozgerên ji wijdanê xelas kirine. Di nava vê sêgoşeya cendereyê de terkî mirinê kirine. Pirsgirêka girtiyên nexweş ji aliyê hikumetê ve weke şantaj li hemberî tevgera azadiya gelê kurd tê xebitandin. Hikumet mijarek ya mirovî vedigerîne mijara bazarê. Mijarên wiha jiyanî xistina berjewendiyên xwe yên siyasî de ji ehlaqê siyasetê bê parbûyîne.”


‘Girêdayî rewşa girtiyên nexweş me ji berpirsan re rapor şand’


Faysal wiha axivî: “Weke parlementerek li gel mirovên di girtigehan de li ber sêdarên mirinê digerin lê ji hêviya xwe ya azadiyê tuştek kêm nekirine min bi salan li gel wan di heman şert û mercan de jiyan kir. Di serî de girtiyên nexweş û hemû girtiyên siyasi yên me li peyî xwe hêlane hem di aliyê hiquqa hevaltiyê de û hem jî di aliyê siyasî de bi pirsgirêkên wan ve mijulbûn berpirsyariyek ya meye. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên wan me li gel Serokomar Birêz Abdullah Gul, Cîgirê Serokwezîr Birêz Bulent Arinç û Wezîrê Dadê Birêz Bekir Bozdag re hevdîtin kir û mijara girtiyên nexweş anî rojevê. Her wiha me rapora ku navê girtiyên nexweş têde, pirsgirêkên ku dijîn û ji bo wan çareserî pêşkêş kir.”


‘Bi hinceta ‘ewlehiya civakê’ girtiyên nexweş dernaxin’  


Faysal derbirî ku wan di hevîdtinan de balkişandine ser rewşa girtiyên nexweş nêzîkatiya Saziya Tiba Edlî (ATK) û dijminahiya dozgeran li hemberî girtiyên nexweş û wiha berdewam kir: “Dema kum e rewşa girtiyên nexweş yên felc nikarin bi peyîvin anî ziman û bi hinceta ‘ewlehiya civakê’ dozger li hemberî derketina wan dibin asteng dan diyar kirin şaşwaz man. Xemgîniya xwe dan diyar kirin. Lê li gorî xemgîniya xwe dan diyarkirin û soz dan jî sozên xwe ne anîne cîh. Çareserkirina pirsgirêka girtiyên nexweş mijarek siyasî û erkek mirovaneye. Dema ku em li rewşa siyasi ya AKP’ê dinêrin pir hêviyekê nabînin. Ji ber tecrubeyên me ji vê darazê girtine vê nîşanî me dide. Di serî de pirsgirêka girtiyên nexweş û hemû pirsgirêkên me yên dinê tenê bi zora siyasî û civakî dibe. Dînamîkên gelê kurd yên siyasî û rêxistinî ev peyîwir daye me.”


‘Tu sazumaniyên prisgirêkê ji bingeh de çareser bike nîne’


Li gorî rewşa hayî  ATK  “raporên weke ev nikarin di girtîgehan de bimînin” û dozger bi hincetên weke“ji bo civakê bi metirsîne” wiha nêzî pirsgirêkê dibin û got: “Ji derveyî di pakêta 5’emîn de weke mîkyackirinê xalekî biçuk heye ji derveyî wê tu çareseriyên bingehîn nîne. Girêdayî mijara girtiyên nexweş hincetên wan yên ‘ji ber ewlehiya civakê dernaxin’ divê pirsgirêk ‘giran û şînberbe’ tenê dikarin bibin mijara pêkenokan.”


‘Divê ATK ji mercên erêkirinê derkeve’


Faysal wiha berdewamî da axaftina xwe: “Divê rewşa gitiyan ji destê ATK  yê derkeve destê nexweşxaneyên lêkolînê yên zanîngehan. Her wiha rapora ku ji nexweşxaneyan derket mafê îtirazê neyê dayîn.”


‘Divê girtiyên nexweş demek ji yadinê zutir derkevin’


Faysal bilêv kir ku divê demek ji ya dinê zutir girtiyên nexweş derkevin û wiha domand: “Ez hêvîdarim k udi demek kin de ev mijar ji rojeva me derkeve û hemû girtiyên nexweş azd bibin. Emê girêdayî pirsgirêkê bixebitin. Emê nerehet kirina hikumeta ji bo nebihîse guhê xwe girtî û ji bo nebîne çavên xwe girtî berdewam bikin. Rewşa ku girtiyên dexweş di navêdenin pejirandin gelek zore. Heger li ser rewşa wan neyê rawestandin û di rojên pêş de pêşketin çênebin ezê bi destura koma xwe serî li çalakiyên cuda bidim.”


 (zt)