Dayîk: Heta aştiyek mayînde çalakiya me berdewame
09:09
JINHA
AMED – Çalakiya dayîkên ku zarokên wan tevlî nava PKK’ê bûne û di girtîgehan dene ya ku li Parka Bîrdariyê berdewam dike kete roja xwe ya 5’emîn. Dayîkan diyar kirin ku dê çalakiya xwe berdewam bikin û gotin: “Heta gavên şînber neyên avêtin û aştiyek mayînde neyê avakirin dê bê navber çalakiya xwe berdewam bikin.”
Dayîkên k udi Parka Bîrdariyê ya li beranberî Walîtiya Amedê dest bi çalakiya runiştinê kirine bang li hikumeta AKP’ê kir ku demek ji ya dinê zutir gavên şînber bavêje. Dayîkên ku zarokên wan beşdarî nava PKK’ê bûne dan zanîn ku ji bo aştiyek mayînde ew dê çalakiya xwe berdewam bikin. Heyeta CHP’ê ya ku Cîgira Serokê Gişti ya CHP’ê Emel Yildirim, Parlementerê CHP’ê yê Enqerê Levent Gok û Parlementerê Stenbolê Melda Onur jî di navê de di 20’ê hezîranê de hatin Amedê û dayîk ziyaret kirin. Di dema ziyeretê de dayîkan di derbarê çalakiya xwe de agahî dan û diyar kirin û ew dixwazin Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan azad bibe, aştiyek mayînde çêbibe, girtiyên nexweş azad bibin, derê girtîgehan vebe, zarokên wan ji çiyayan de dakevin. Dayîka Şerzane Anar diyar kir ku piştî ziyareta heyeta CHP’ê wê nûçeyên êvarî temaşe kiriye û got: “Medyaya wan qet em nedan. Lê ew dayîkên ku bi hinceta ‘PKK’ê zarokên me revandine’ li ber şaredariyê runiştine bi zêdeyî dane.”
‘Em heman êşê jiyan dikin’
Şerzane wiha axaftina xwe domand: “Heger aştiyek mayînde nebe hatina zarokên me bê wateye. Dema ku em azad nebin her tuşt valaye. Zarokên me li hemberî zilmê derketin çiya. Zarokên me nehatine xapandin ew bi vîna xwe çune. Ji xwe zilma k udi herêmê de tê kirin li ber çavane. Ji dema avabûna komarê heta niha li ser gelê kurd zilmek mezin heye. Heger çand, ziman û nirxên gelekê tên qedexekirin ji xwe dê li hemberî vê zarok berê xwe bidin çiyan.” Şerzane bang li dayîkên ku bi hinceta “PKK’ê zarokên me revandine” li ber şaredariyê runiştine kir ku got: “Dayîkên ku li Deriyê Çiyê çalakiyê dikin baş dizanin ku zarokên wan bi vîna xwe beşdarî nava PKK’ê bûne. Bila ev dayîkane bên başdarî me bibin. Em naxwazin tu dayîk bigirîn. Em hemû heman êşan dijîn û rengê rondikên çavê me hemanin.”
‘Ziyaretkirina CHP’ê ‘2’ rutiye’
Dayîka Ferîde Pervane jî balkişand ser ziyareta CHP’ê û got: “CHP’ê em ziyaret kirin û soz dan ku dê çalakiya me bibe meclisê. Heyeta CHP’ê despêkê dayîkên li Deriyê Çiyê di çalakiyêdenin ziyaret kirin. Dema kum e li nûçeyên êvarê nêrî qet cîh nedabû ziyaret ali gel me kirî. Lê Heyeta CHP’ê ziyareta xwe ya li gel dayîkên li Deriyê Çiyê runiştîn bi zêdehî di nûçeyan de cîh dabû wan. Me dît ku heyeta CHP’ê li hemberî wan dayîkan zêdetir baldarin. Carekedinê durutiye xwe derxistin holê. Bila êdî dest ji van lîstok, direw û durutiyan berdin. Heta avên berbiçav neyên avêtin û aştiyek mayînde çênebe emê çalakiya xwe berdewam bikin.”
(zt)

