Li Xîzanê zarokê 14 salî bi çekê hat qitilkirin
09:17
JINHA
BÊDLÎS - Hat ragihandin ku li navçeya Bêdlis Xîzanê li gundê Hirêîtê, kesekî bi navê Erdogan Gul, zarokên ku li derdor bûn bi awayekî rasthatî gule reşandiye û di encamê de zarokê 14 salî Abdullah Îlbaş jiyana xwe ji dest daye. Îlbaş ê ku gule li aliyê rastê yê sînga wî ket rakirin nexweşxaneya Dewletê ya Xîzan û tevî hemû hewldanan jî nehat rizgarkirin. Şêniyên gundê Hirêîtê dan xuyakirin ku hevsera Erdogan Gul Nûran Gul a li navenda tenduristiyê hemşîre ye, piştî ku giliyê zarokan kir Erdogan Gul rahiştiye çekê û gule li zarokan reşandiye.
Abdullah Îlbaş ku duh saet di 19’an de dema bi sê hevalên xwe re li derdora dibistana gundê Hirêîtê digeriyan ji aliyê Erdogan Gul ku hevserê Nuran Gul a li Navenda Tendurustiyê hemşîre ye û giliyê zarokan kir, bi çekê hat kuştin.
Gundiyên ku agahî dan ANF’ê gotin, "Nûran Gul a li navenda tenduristiyê ya li ber dibistanê hemşîre ye, li hevserê xwe Erdogan Gul digere û dibêje 3 zilam li derdora navenda tendurustiyê digere. Erdogan Gul jî bi çeka xwe tê û cihê zarok lê ne bi awayekî rasthatî gulebaran dike."
Gundiyan dan diyarkirin ku 2 zarok direvin û liser Abdullah Îlbaş gule tê reşandin û Îlbaş dikeve erdê û di singe xwe yê aliyê rast de bi giranî birîndar dibe, piştre radikin Nexweşxaneya Dewlet a Xîzan’ê û tevî hemû hewldanan Îlbaş jiyana xwe jidest dide. Şêniyên gund bal dikşînin ku ev bûyer bi roj rû daye û gotin “Êdî ji zarokên me re li derve gerandin jî qedexe ye.” Erdogan Gul ku teslimê Qerekola Xîzan bû xwest ku bi cezayek herî giran bê cezakirin.
(zt)
