Li Filistînê ciwanek bi guleya Îsraîliyan hat qetilkirin
10:04
Hezîran
22
/ 2014
JINHA
NABLUS - Li kampa El-Eyn ya bajarê Nablus ya Filistînê, ciwanekî Felistînî bi guleyên Artêşa Îsraîlê jiyana xwe ji dest da.
Hat ragihandin ku îro li kampa El-Eyn ya bajarê Nablusê yê Felistînê, ciwanê bi navê Ehmed Fehmawî bi 4 guleyên Artêşa Îsraîlê jiyana xwe jidest da. Cenazeya Ehmed rakirin nexweşxaneya Rafîdiyayê.
Ji destpêka hemleya leşkerî ya Artêşa Îsraîlê ve, li Kaviya Rojavayî ya Felistînê 3 ciwanên Filestînê jiyana xwe ji dest dan.
(zt)
