Li Dêrahînê qereqola nû dihat avakirin hat şewitandin

10:17

JINHA


ŞIRNEX - Girseya gel a li bajarokê Dêrahinê ya Şirnexê çêkirina qereqolan protesto dikir, beşek ji qereqola li taxa Yenîşehîrê nû dihat çêkirin, şewitand.


Li bajarokê Dêrahinê ya ser bi navçeya Qilabanê ya Şirnexê duh danê êvarê girseyeke qelebalix bi armanca protestokirina çêkirina qereqolan li ber qereqola nû ya li taxa Yenîşehîrê tê çêkirin, çalakiya rûniştinê lidar xist. Lê belê leşkerên tirk bi bombeyên gazê êrîşî girseya gel kirin. Piştî êrîşa leşkeran di navbera gel û leşkeran de pevçûn derket û beşeke ji înşaeta qereqolê hat şewitandin.


‘Heta amadekariyên şer yên AKP’ê bidome dê çalakiyên me jî bidomin’


Li dû pevçûna li vê derê, ciwanên rûyê wan girtî bi dirûşmên "Ji qereqolan re na, ji aştiyê re erê", " û "Bijî Serok Apo" ber bi navenda bajarok ve meşiyan. Ciwanan piştî meşê daxuyaniyek dan bang li AKP'ê kirin ku dawî li amadekariyên şer bîne û gotin, "Heta ku hikûmeta AKP amadekariyên xwe yên şer li Kurdistanê dewam bike, nikare ji ber derketina ciwanan a serê çiyê, kesekî din sûcdar bike."


Li dû daxuyaniyê ciwan belav bûn.


(zt)