Bi hezaran mirov herikîn 2’emîn Kongreya HDP’ê ya Awarte

11:45

JINHA


ENQERE – 2’emîn Kongreya HDP’ê ya Awarte bi tevlîbûna bi hezaran mirovan ji herêmê û Tevaya bajarên Tirkiyê despêkir. Kongeryê li Salona Werzîşê ya Ehmed Taner li ber sitiranên kurdî gerandina govendê dîmenên xweş nîşan dide.


Kongeryê li Salona Werzîşê ya Ehmed Taner  2’emîn Kongreya HDP’ê ya Awarte bi tevlîbûna bi hezaran mirovan despêkir. Ji hemû bajarên herêmê li gel di serî de bajarên weke Stenbol, Mêrsîn, Manîsa Edene, Îzmîr jig elek bajarên Tirkiyê rêveberên civaka sivîl û yên di bin banê HDP’ê de civiyane û rêveberên partiyên siyasî jî din av de bi hezaran mirov beşdarî kongeryê bûn. Delegeyên kongreyê bi pankarta bi 16 zimanan gotina “merheba” hatin pêşewazî kirin. Beşdarvanên li salonê civiyane dengê duruşmên weke “Jin jiyan azadî”, “Ey Serok rêya te rêya meye”, “Şehîd namirin”, “Bijî aştî” û “Bijî azadiya gelan” bilind dikin. Di despêka salonê de pankarta bi sernivîsa “Navnîşana Hêvî û Çareseriya Tirkiyeyek nû û demokratîk HDP ye” hatiye vekirin. Di ketina salonê de pankartên weke “Komarek demokratîk welatek hevbeş”, “Bi jina azad ber bi netewa demokratîk ve”, “Ji Geziyê ber bi Lîcê ve berxwedan didome”, “Bila girtîgeh valabibin ji girtiyên siyasî re azadî”, “Em şoreşa Rojava silav dikin”, “Ji Roboskî ber bi Reyhaniyê ve heger em ji bîr bikin bila dilê me ziwa bibe”, “Rêveberiya di cîh de xweseriya demokratîk”, “Ji mirovahiyê re azadî”, “Bi zimanê dayîkê perwerde mafê mirovane”, “Bê deng nebe biqêre LGBTÎ hene”, “Ked, beden nasname û vîna me ya meye”, “Li Şirnexê û Somayê di ocaxên komurê de mirin”, “Cînayeta bi qasî Somayê nîne”, “Girtiyên nexweş şerma mirovahiyêne”, “Ewlebûyîn mafê hemû karkerane” û “Li Soma û Şirnexê hirsa kar şikandin” jî hatin hildan. Her wiha di salonê de li pişt platformê “Êdî sibê îroye” hatiye vekirin. Di tevahiya salonê de wêne û nivîsên karkerên li Soma û Şirnexê di madenan de jiyana xwe ji dest dane hatine hildan.


 Delegeyên k udi salonê de bi duruşmayên “Selam selam ji Îmralî re hezar selam” û “Bijî Serok Apo” tên bilind kirin û beşdarvanên dinê jî ji derve dîlanê digirin. Jinên ku bi kincên xwe yên kurdî hatine li ser avikên serê wan jî nivîsên PKK balê dikişîne. Jin bi sîroda kurdî dîlanê digirin û bi hezaran welatî jî beşdarî dîlana wan dibin.


Di salonê de duruşmên weke “Bijî biratiya gelan” û “An azadî an azadî” berdewam dikin.


 (zt)