‘Emê azadiya Serokatiya xwe biqêrin’
12:13
JINHA
WAN – Dê DOKH di çarçoveya kampanyeya xwe ya ‘Jin ji bo Azadiya xwe û Serokatiya xwe di Çalakiyan denin’ di 26’ê hezîranê de li Wanê mitîngekê li darbixin. Endama Komîteya Amadekar ya Mitîngê Nazmiye Acar diyar kir ku amadekariyên mitîngê di asta dawiyêdene û got: “Ji bo azadiya Serokatiya me divê hemû jin beşdarî mitîngê bibin û rengê xwe bidin nîşandan. Emê roja mitîngê ji bo azadiya Serokatiya xwe biqêrin.”
Dê ji aliyê Tevgera Jinên Azad û Demokrat DOKH’ê ve di çarçoveya kampanyeya xwe ya ‘Jin ji bo Azadiya xwe û Serokatiya xwe di Çalakiyan denin’ di 26’ê hezîranê de li Wanê mitîngekê li darbixin. Mitînga ku bi rojane li tevahiya bajêr amadekariyên wê tên kirin tê payîn ku bi hezaran welatî beşdar bibin. Endama Komîteya Amadekar ya Mitîngê Nazmiye Acar girêdayî amadekariyên mitîngê wiha axivî: “Di çarçoveya mitîngê de em li hemû taxan civînan li dar dixin. Ji derveyî civînan jî em malan, esnafan û saziyan ziyaret dikin û welatiyên wanê vedixwînin mitîngê.”
‘Divê hemû jin li qadan bin’
Nazmiye anî ziman ku divê jin di mitîngê de rengê xwe bidin nîşandan û wiha domand: “Demek kin ji bo mitîngê maye û amadekariyên me jî di asta dawîdene. Emê roja mitîngê ji bo azadiya Serokatiya xwe biqêrin. Ji bo mitîn baş derbas bibe emê hemû hêza xwe bixin dewrê. Ji bo aliyê madi yê mitîngê jî em li gelek cihan dixebitin. Din ava hefteyê de li kolana Hunerê xebata me ya kermesan heye. Kermes jî beşek ji xebata me ya mitîngê ye. Ji bom e bi hêz tevlîbûna mitîngê gelek watedare.” Nazmiye bilêv kir ku ji navendê û navçeyan ew li benda beşdarbûnek gelek bi hêzin û dê di çarçoveya kampanyeya îmzayan ya ‘Ji Ocalan re Azadî’ de jî îmzaya kom bikin. Nazmiye destnîşan kir ku dê li Wanê mitîngek dîrokî bê kirin ji bo wê jî ew bang li gelê Wanê dikin û bi kelecan beşdarî mitîngê bibin.
Nazmiye agahiya dê mitîng di 26’ê Hezîranê li Parka Musa Anter di saet 16.00’an de bê li darxistin.
(zt)

