Li Şemzînanê qeza 8 kes birîndar
12:20
JINHA
COLEMÊRG - Li navçeya Şemzînan a Colemêrgê du minîbûs li hev qelibîn û 8 kes birîndar bûn.
Li navçeya Şemzînan a Colemêrgê di encama du minîbûs li hev qelibînê de 8 kes birîndar bûn. Qeza li nêzî gundê Bedevî yê 35 kîlometre ji navçeyê dûr pêk hat. Minîbûsa ajokariya wê Ramazan Kaplan dikir a ku ji aliyê Şemzînan ve dihat û mînîbûsa diçû Şemzînan a ajokariya wê Kahraman Yaramaz dikir li hev qelibîn. Di encama qezayê de welatiyên bi navê Beybun Kaplan, Pinar Kaplan, Fîkriye Kaplan, Şermîn Kaplan, Ziyap Sebîk, Nazdar Sebîk, Ayşegul Sebîk û Selîm Kaplan birîndar bûn.
Kesên birîndar li Nexweşxaneya Dewletê ya Şemzînan hatin dermankirin û rewşa wan baş e.
(zt)
