Ciwanên Kobanê yekemîn Konferansa xwe li darxistin
12:30
JINHA
KOBANÊ -Ciwanên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ên herêma Kobanê yekemîn konferansa xwe lidar xistin. Di konferansê de Desteya Rêveber a rêxistina ciwanên Partiyê ku ji 13 endaman pêk tê, hate avakirin.
Bi amadebûna 200 ciwanên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) yên herêma Kobanê, 50 nûnerên partî, desteyên herêmê, Meclîsa Rêveber û saziyên civaka sivîl duh li salona Akademiya Şehîd Halim a bajarê Kobanê yekemîn konferansa rêxistina Ciwan PYD'ê yên Kobanê hate lidarxistin. Axaftinba vekirinê ji aliyê rêvbera PYD'ê Roza Tolhildan hate vekirin. Paşê Serokê Desteya Ciwan û Werzîşê Welat Derwîş, Serokê Desteya Jinê Wehîde Umer, Endamê Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê Alan Mihemed, Endamê Saziya Malbatên Şehîdan Mustefa Îto û Hevserokê Dîwana Desteya Rêveber a Meclîsa Gel-herêma Kobanê Ehmed Şêxo axivîn. Di axaftinan de rola ciwanan di avakirina pêşerojê û birêxistinkirina hêzeke ku li hemberî hemû xeteriyan bisekine de hate ziman û bal hate kişandin ku li dijî ciwanan gelek plan têne kirin ku riya koçberiyê li pêşiya wan vedikin û hemû hêza wan diçewisînin. Axaftvanan gotin ku eger ciwan xwe birêxistin bikin dê karibin hemû komplo û planan vala derbixin.
Piştre peyamên pîrozkirina lidarxistina konferansê ku ji aliyê YPG, Însiyatîfa Jinan a Sûriyeyê, Komeleya Çandî ya Sunbula, Saziya Zimanê Kurdî, Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger, Desteya Alîkariyan û Komeleya Astengdaran a Tîrêj hatibû şandin, hatin xwendin. Di peyaman de li ciwanên PYD'ê yên herêma Kobanê lidarxistina yekemîn konferansa wan hate pîrozkirin.
Piştî xwendina peyeman, Endamê PYD'ê Ismaîl Hemze rewşa siyasî û rêxistinî ya dawî nirxand û rê li ber rexne û rexnedayînê hate vekirin. Her wiha rapora çalakî û karê ciwanên PYD'ê hate xwendin. Paşê bi zimanên Kurdî û Erebî rêziknameya rêxistinê hate xwendin, derbarê wê de nîqaşên berfireh hatin kirin û hemû xalên wê hatin erêkirin.
Di dawiya konferansê de Desteya Rêveber a rêxistinê ku ji 13 endamên nûnertiya ciwanên herêmê dikin, pêk tê hate avakirin. Ji wan 5 nûnertiya bajarê kobanê, 4 nûnertiya gundên rojhilatî herêmê, 2 nûnertiya gundê başûr û 2 jî nûnertiya gundên rojavayê herêmê dikin.
(zt)

