Kongreya YEK-KOM'ê destpê kir

12:39

JINHA


DORTMUND - 20. Kongreya Asayî ya YEK-KOM’ê destpê kir. Di kongreya bi beşdariya 700 delegeyî de tê payîn ku nav bê guhertin de Hevserok Yuksel Koç axivî û di axaftina xwe ya li kongreyê de destnîşan kir ku weke saziyên Kurd ewê li Almanyayê bibin hêza çareseriyê.


Li Ewropayê di nava saziyên Kurdan de xebatên guherînê dewam dikin. Li Almanyaya ku welatê herî zêde Kurdên li Ewropayê lê dijîn, ev xebat ev 3 meh in bi kongreyên Navendên Civaka Kurd a Demokratîk ên li qada herêmî dewam dike. Li dû kongreyên li hemû bajar û herêman, Federasyona Komeleyên Kurd li Almanyayê (YEK-KOM) bi kongrya xwe ya îro re wê vê xebata guherînê bigihêje encamê. Kongeya ku duh bi beşdariya hevserokên Navendên Civaka Kurd a Demokratîk destpê kir, îro bi beşdariya 700 delegeyan dewam dike. Rûniştina kongreyê ya îro li salona dawetê ya Mega Star a li bajarê Almanya Dortmundê danê sibê destpê kir. Di kongreya ku rêveberên 300 saziyên Kurd jî lê amade bûn de pankartên bi nivîsa “Hûn Bi Xêr Hatin Civîna Navenda Civaka Demokratîk a Kurdên li  Almanyayê ye”, “Bi ruhê neteweya demokratîk em li navendên civaka Kurd xwe birêxistin bikin”, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên KCK'ê hatin daliqandin.


‘Em ketin nava sazîbûyîneke cidî’


Hevserokên Giştî yên YEK-KOM'ê Yuksel Koç û Hamdiye Akbayir ên di vekirina kongreyê de axivîn bal kişandin ser dîroka 20 salan a saziyên wan. Akbayir diyar kir ku saziyên wan li Almanyayê xwedî dîrokeke 20 salan e û got, "Me heta niha gelek xebat meşandin. Em ketin nava sazîbûyîneke cidî. Di nuqteya heyî de pêwîste em xebatên xwe derxînin qonaxeke cuda."


‘Emê êdî pirsgirêkên xwe bi xwe çareser bikin’


Yuksel Koç jî da xuyakirin ku Kurdên li Almanyayê di nava guherînekê de ne û ev xal destnîşan kir: "Em li Almanyayê ev 3 meh in di nava guherîn û veguherînekê de ne. Heta niha me li hemû herêmên welêt kongreyên Navendên Civaka Kurd a Demokratîk lidar xistin. Îro jî em vê guherînê bi vê kongreya xwe temam bikin. Îro li vir rêveberên 300 saziyên Kurd amade ne. Bi nîqaşên li vê derê re emê bingeha vê deynin. Ji ber ku êdî dema siyaseta negatîf qediyaye, dema siyaseta pozîtîf hatiye. Emê êdî pirsgirêkên xwe bi xwe çareser bikin. Emê êdî li vî welatî bibin hêza çareseriyê."


Kongre, piştî diyarkirina dîwanê bi xwendina raporan dewam dike...


(zt)