Silopî ji bo mitînga ‘Ji Abdullah Ocalan re Azadî’ amadeye
13:18
JINHA
SİLOPİ- Mîtîngên di çarçoveya kampanyeya DOKH’ê ya ‘Jin ji bo Azadiya xwe û Serokatiya xwe di Çalakiyan denin’ berdewam dikin. Dê di çarçoveya kampanyayê de di 24’ê Hezîranê de li Silopyayê pêkbê. Endama DOKH’ê Behîce Salman diyar kir ku dê di mitîngê de adaziya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan biqêrin û bang li hemû gelê Şirnexê kir ku beşdarî mitîngê bibin.
Mîtîngên di çarçoveya kampanyeya DOKH’ê ya ‘Jin ji bo Azadiya xwe û Serokatiya xwe di Çalakiyan denin’ berdewam dikin. Dê di çarçoveya kampanyayê de di 24’ê Hezîranê de li navçeya Silopyayê ya Şirnexê mitîng pêkbê. Endama DOKH’ê Behîce Salman di derbarê mitîngê de agahî da û got: “Divê em di mitînê de weke jin rengê xwe diyar bikin. Ji bo wê jî tuşta bi destê me bê emê bikin.”
‘Emê deshilatiya mêran ne pejirînin’
Behîce balkişand ser êrîşên IŞÎD’ê li ser tevayî Rojhelanta Navîn û wiha got: “Em li dijî kevneşopiyên ku jinan paşde dihêline. Em dibêjin ku jin û mêr xwediyê heman mafanin. Ji ber wê jî em dibêjin jina azad.” Behîce di heman demê de balkişand ser giringiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dide jinan û wiha domand: “Rêbertiya me her demê giringî daye jinan û ji bo jin berewpêş biçe tekoşîn kiriye. Di vê mijarê de pêdiviya me bi xwe naskirinê heye. Jin çiye gelo? Dê jin çawan azad bibe? 5 hezar sal jin hem ji aliyê pergalê û hem jî ji aliyê mêran ve hatine perçiqandin. Lê em niha baş dizanin ku em weke jin êdî vê rewşê na pejirînin.”
‘Ji bo azadiya Serokatiya xwe emê dakevin qadan’
Behîce kampanyeya DOKH’ê ya ‘Jin ji bo Azadiya xwe û Serokatiya xwe di Çalakiyan denin’ bi bîrxist û wiha berdewam kir: “Di çarçoveya vê kampanyayê de em lig elek bajaran çalakî û mitîngan li dar dixin. Emê di 24’ê hezîranê de li Silopyayê mitînga ji bo Azadiya Serokatiya xwe li darbixin. Ji ber azadiya Serokatiya me azadiya jinane, azadiya jinan jî azadiya civakêye. Em li benda tevlîbûnek mezin ya mitîngêne. Xebatên me jî bi hemû leza xwe berdewam dike.”
Behîce anî ziman ku dê mitînga Silopiya dê di 24’ê Hezîranê de di saet 16.00’an de li Qada Newrozê ya Nû bê li darxistin û got: “Divê jinên Şirnexê û hemû navçeyên wê bi rengê xwe, kincên xwe yên kurdî, duruşmên xwe û kelecana xwe beşdarî mitîngê bibin.”
(zt)

