Peyama Abdullah Ocalan ji bo Kongreya HDP'ê
14:14
JINHA
ENQERE - Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, ji 2. Kongreya Awarte ya HDP'ê re peyamek şand. Abdullah Ocalan di peyama xwe de got, "Me derfet afirandin ku HDP li Meclîsê komekê ava bike. Divê neyê ji bîr kirin ku, ev yek wê piştî pêngava TÎP a sala 1965'an bibe pêngava herî mezin a polîtîk. Wê tevkariyê li pêşketina tevgera karker û kedkaran bike."
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, ji 2. Kongreya Awarte ya HDP'ê re peyamek şand. Peyama Ocalan ji aliyê Cîgira Hevserokên koma BDP'ê Pervîn Bûldan ve hat xwendin.
Peyama Abdullah Ocalan bi vî rengî ye:
"Rêhevalên rêzdar, tevgera me ya xwe sipart pêngava 1970'yî û derket holê, me ti carî weke tevgereke ji tevgerên şoreşger, sosyalîst û demokratîk ên Tirkiyeyê cuda nedît. Me her tim xwe weke parçeyekî jêneveger ê vê pêngavê nirxandin. Bi hesasiyetê me her tim hewl dan bi awayekî yekgirtî tevbigerin. Ji ber sedemên tên zanîn yan jî kêm tên zanîn, em cihê bûn. Dema faşîzmê li rojavayê Tirkiyeyê şevereş serdest dikir, me li rojhilat ti carî cih nedan bêdengiya mirinê. Me kedkarên vê erdnîgariyê û nirxên çandî yên bingehîn, weke dost û rêhevalên sereke yên stratejîk nirxandin. Li ser vê bingehê me piştevaniyeke herêmî weke perspektîfa stratejîk danî pêşiya xwe. Bi vî rengî em bûn bingehek rasteqîn, bingeheke enternasyonalîzmê, me rê vekir, em meşiyan. Niha jî bi bez hewl didin ji nû ve xwe bigihînin dostên xwe yên sereke û bi hev re tevbigerin.
Di dema nêz de, ji bo avabûna HDK û HDP'ê me bi hemû hêza xwe hewl dan tevkariyê bikin. Tevî hemû hewldanên dijber ên sîstema hegemonîk jî, em ji vê rê venegeriyan. Hêzên olîgarşîk, hegemonîk ên behsa 'Yekparebûna welat, millet û dewletê' dikin, bi ferzkirina cihêkarî, parçebûnê re neçar man maskeya li ser rûyê xwe bixînin. Li pişt Kurdayetiya ku gelekî li dij derdiketin, bûn hêza bingehîn. Ev jî têrê nekir, rola mîmartiya dewletperestiya netewe ya Kurd lîstin. Her roj xelekên nû li lîstika xwe zêde kirin, bi berdewamî nîşan dan ku cihêkarên rastîn ew bi xwe ne.
Em; hemû pêkhateyên Tevgera Azadiya Kurdistanê, li hemberî hemû cihêkariyên ji her du aliyan ve li ser me hatin ferzkirin, bi hemû hêza xwe bi hewldanên yekitiya gelên me, bersivê didin.
Rêhevalên rêzdar; li van hewldanên xwe yên dema nêz, ji bo daxwazên maf û azadiyan ên hemû gelan, ji bo yekitiya demokratîk a civaka sivîl, bi pêngaveke taktîk a nû û encamgir re, vaye em di asta herî bilind de tevkariyeke din zêde dikin. Me sûcdariyên teng, herêmî û neteweperest ên li BDP'ê hatin kirin pûc kirin û ya herî girîng jî me derfet afirandin ku partiya yekbûyî ya pratîk-polîtîk a hêzên sosyalîst, demokratîk û şoreşger HDP li Meclîsê komekê ava bike. Divê neyê ji bîr kirin ku piştî pêngava TÎP a sala 1965'an, ev yek wê bibe pêngava herî mezin a polîtîk. Wê tevkariyê li pêşketina tevgera kedkar û karkeran bike.
Li Tirkiyeyê êdî faşîzma sazîbûyî ku nema dikare xwe li ser piyan bigire û netewe-dewlet a bişavtî ji holê radibe. Li dijî her ferasetên yekperestiyê, eger weke modela alternatîf xwedî li paradîgmaya neteweya demokratîk, komara demokratîk û welatê hevpar were derxistin, bi vê têgihiştinê ji nû ve avabûn were kirin, wê ev yek HDP'ê hîn bi bandor û dîrokî bike.
Rêhevalên rêzdar, ji nû ve avabûna HDK û HDP'ê, bandoreke neyînî li bingeha rêxistinbûyîn û îdeolojîk a hemû kom, tevger û partiyan nake. Berevajî, wê xizmetê ji wan re bike ku karibin bi xurtî xwe îfade û birêxistin bikin. Li aliyekî wê rê li ber yekitî û yekgirtina di asta herî bilind a tevgerên sosyalîst, demokratîk û şoreşger veke, li aliyê din jî wê bibe pêkhateyek qewîn ku hemû kom, tevger û partî xwe tê de zelal bike. HDP wê polîtîkaya hevpar, pratîk di nava Meclîsa Tirkiyeyê de û li derveyî wê bi awayekî fermî hilgire ser milê xwe û di heman demê de rê li ber sînerjiyeke mûezzem veke. Yekgirtin û yekitiya hêzên sosyalîst û demokratîk ên li dijî statukoyê, ku ji sala 1960 û vir ve, ji sala 1920'î û vir ve her tim bi komployan hat astengkirin û tinekirin, wê li ser vê bingehê bigihêjin derfeta serketinê. Ya herî girîng jî, divê em pêşketinek di vî warî de, weke parçeyeke jêneveger ê 'pêvajoya muzakere û diyaloga demokratîk' bimeşînin. Ev di dîrokê de gaveke yekane ye û divê bi girîngî bicih were anîn. Eger emê li Tirkiyeyê ber bi sosyalîzm û demokrasiyeke vekirî biçin, pêwendiya vê yekê bi awayekî nêz bi pêvajoya muzakereya demokratîk re heye. Bi bawerî û hêviya ku hûnê van nêrîn û pêşniyarên min bi nîqaşa teorîk û pratîk û pêşniyaran re dewlemend bike û bi ser bikevin, we hemûyan bi rêzdarî silav dikim."
Abdullah Ocalan
Girtîgeha Tîpa F ya Îmraliyê"
(WÊNE, NÛÇE Û DÎMEN: ZEHRA DOGAN Û ŞÊRİN HİSO)
(zt)

