Li Pakîstanê jinek ciwan hat tecawîzkirin û paşê hat darde kirin
15:49
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN – Li Pakîstanê jina ciwan ya 20 salî bi navê Muzammîl Bîbî hatiye tecawîzkirin û paşê jî bi darekê ve hilawistî hatiye dîtin.
Yek ji deverên di cîhanê de gelek bûyerên tacîz, tecawîz û şideta ser jinan têde heyî Pakîstan jinekî din jî hat tecawîzkirin û bi hovane hat qetilkirin. Jina ciwan ya 20 salî bi navê Muzammîl Bîbî hatiye tecawîzkirin û paşê jî bi darekê ve hilawistî hatiye dîtin. Qatîlê jina ciwan li devera Layyah ya herêma Pencapê hat girtin û sucê xwe îtiraf kir.
Her wiha li welatek diyê yê cîhanê ku herî zêde tecawîzên jinan zêde têde heyî Hindistan jî berî niha 2 hefteyan 2 keçên ciwan yên temenê wan 14 û 15 salî jî bi heman şêweyî hatibûn tecawîz kirin û dardekirin. Cardin di despêka meha hezîranê de jinek ciwan ya temenê wê 19 salî demekê winda bû paşê hatî dîtin ku ew hatiye tecawîz kirin û bi darê ve hatiye daleqandin.
(zt)

