Çekdarên DAIŞ’ê li Musilê 2 xwişk tecawîz kirine
16:17
JINHA
MUSIL - Li bajarê Musilê çekdarên DAIŞ’ê jinan tecawîz dikin. 2 keçên ciwan yên xwişkên hev qala serdegirtina mala wan ji aliyê çekdarên DAIŞ’ê ve kirin. Her 2 keçan diyar kirin ku dema êrîşî malê kirine her 2 bê hiş kirine, ew tecawîz kirine dema ku bi xwe hesiyane ew din ava xwînê de mane.
2 keçên ciwan û xwişkên hev yên ji bajarê Musilê dan zanîn ku çekdarên Dewleta îslamî Îraq û Şam (DAIŞ) ê ew tecawîz kirine. Yek ji her 2 xwişkan wiha dibêje: “Dema ku xwe avêtin mala me gelek ne şîrînbûn û çekdar bûn. Me baş ji zimanê wan fêm nedikir. Yek ji wan çekdaran bi çeka xwe li me da ez û xwîşka min bêhiş ketin. Bi dengê hawara cîranek me bi ser hişê xwe hatim û min dît ku kesek bi pora min dilîze. Min bihîst yek ji çekdaran bi zaravayê kendava erebî diaxivî, yekî dinê jî bi zimanekî din diaxivî wekedin min tuştek nebîhîst. Min gelek li berxwe da ku ez xwe nexim destê wan lê yek ji çekdaran bi qundaxa çeka xwe li sere min da û ez ji hişê xwe ketim û dema ez bi xwe hesiyam leşê min hemû bi xwîn bû.”
Şanderê Yekîtiya Ewrupayê li Îraqê cext li wê yekê kiriye ku rêxistina DAIŞ dêr şewitandine û lêdan li welatiyên sivîl kirine. Li aliyê çepê ya bajarê Musilê çekdaran dest dirêjiya zayendî li 5 keçan kirine.
(zt)

