Festîvala ‘Dîroka Jinên Kurd û Jiyana Sakîne Cansiz’ destpê kir

20:51

JINHA


BASEL - Li bajarê Baselê yê Swîsre 1’emîn Festîvala Jinê ya Sakîne Cansiz bi duruşma‘Dîroka jinên Kurd û jiyana Sakîne Cansiz’ destpê kir.


1’emîn Festîvala Jinê ya Sakîne Cansiz ku ji aliyê Tevgera Jinê ya Swîsreyê ve hat organîzekirin û wê her salê bê lidarxistin, destpê kir. Festîval li qadeke vekirî ya li Kaserne Klybeckstrasse ya bajarê Swîsre Baselê destpê kir û ji bajarê cuda yên Swîsreyê beşdarî lê hat kirin.


‘Dîroka jinên Kurd û jiyana Sakîne Cansiz’


Festîvalê danê sibê li konên hatin vedan bi panela bi navê "Dîroka jinên Kurd û jiyana Sakîne Cansiz" destpê kir. Nûnera Tevgera Jinên Kurd a Navneteweyî Gulten Kaya, parlamentera HDP'ê Gulser Yildirim û li ser navê PYD'ê Zozan Dêrik beşdar bûn. Di axaftinên li panelê de bal hat kişandin ser rola Sakîne Cansiz û jinên din ên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane di têkoşîna jinê de û asta têkoşîna jinê ya li Kurdistan û Tirkiyeyê gihaştiye, hat vegotin.


 (zt)