Li Êlihê navendên jiyanê ji bo jinan tên vekirin

08:39

Derya CEYLAN / JINHA


ÊLIH – Şaredariya Êlihê ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinan îmza avêt binê gelek projeyên dinê yên serkefti yên di aliyê civakî û çandî de. Dê di rojên pêşiya me de herêma jiyanê ya jinan ya bi navê Kompleksa Werzîşê ya Jinan bê vekirin. Girêdayî xebatên wê yên ji bo jinan bên kirin de Hevşaredara Êlihê Gulîstan Akel wiha got: “Werin em bi hev re hemû sitresên heyî bi werzîşê ser xwe rakin. Li hemberî hemû tundiyan em ji bo xwe herêmekê avabikin. Werin em di werzîşê de hav bibînin û yekbûna xwe mezin bikin.”


Êlih jî yek ji navendên herêmê yên bandora şer û koçberiyê herî zêde ser jin û zarokan kiriye. Piştî salên 2000’an Êlih bi zêdebûna întihar û qirkirinên jinan ket rojevê. Ji bo rakirina vê rewşê gelek xebat hatin kirin. Di sala 2009’an de Şaredariya Êlihê îmza avêt binê gelek xebatên xweyên weke civakî û çandî yên serkftî ji bo jin û zarokan. Piştî şaredariya Şîşliyê şardariya Êlihê bû şaredariya duyem ku ji bo jinan Kompleksa Werzîşê ya Jinan dê vekin ji bo jin di jiyana rojane de sitresa xwe bi werzîşê ser xwe bavêjin. Hevşaredara Êlihê Gulîstan Akel da zanîn ku dê Kompleksa Werzîşê ya Jinan bibe herêmek nû ya jiyanê ji bo jinan.


‘Armanca me ji bo jinan avakirina kompleksek werzîşê ya azade’


Gulîstan anî ziman ku projeya Kompleksa Werzîşê ya jinan di sala 2009’an de hatiye despêkirin, wê demê jinan biryarek wiha girtibûn û wiha got: “Piştî sala 2009’an me li gel jinan nîqaş kir û em gihiştin encamek wiha k udi asta rêveberiyên herêmî de xebatek ya werzîşê bê kirin û giring bê dîtin. Biryara vekirina Kompleksa Werzîşê ya Jinan tenê ji aliyê jinan ve hat girtin. Yek ji armancên me yên sereke avakirina navendek werzîşê ya azad ji bo jinane. Cihek ji bo jin rehet têde bikarin werzîşê bikin hebe.”


‘Em ji bo jinan zêdekirina herêmên alternatîf difikirin’


Gulîsatan destnîşan kir ku şaredariyê ew xizmet girtiye ser milê xwe û ji sala 2013’an ve dest bi xebatên wê kiriye û wiha domand: “Kompleksa Werzîşê ya Jinan ji bom e xebatek gelek giringe. Din ava xebatên giştî de me xebatên tayîbet ji bo jinan li Êlihê pêşxist. Li Êlihê pirsgirêka jinan ya hînbûna jiyana civakî heye. Din ava bajar de şer û koçberiyên bi zorê tiravmayên mezin bi jinan dane jiyan kirin.” Gulîstan derbirî ku ew li hemberî pirsgirêkên jinan jiyan kirine hewil didin herêmên alternatîf vekin û wiha berdewam kir: “Werzîş yek ji herêmên ku mirov xwe têde îfade dike û hunerê xwe nîşan dideye. Bi tayîbetî jî em hunerê jinên ciwan di vê herêmê de diecibînin. Em difikirin ku ya herî ji bo herêma herî jinên ciwan bikarin hunerê xwe têde pêşkêş bike dê Kompleksa Werzîşê ya Jinan be.”


‘Dê jiyana jin û zarokan bê guherîn’


Gulîstan bilêv kir ku ji bo xebatên wan yê di aliyê werzîşê de dê ev xebat bibe despêkeke û wiha pêde çu: “Kompleksa Werzîşê ya Jinan li Tirkiyê ya duyemîne. Piştî Kompleksa Werzîşê ya Jinan ya Şaredariyta Şîşliyê ya duyemîne. Kompleksa Werzîşê ya Jinan ya me di tevaya cîhanê de jî din ava deh Kompleksa Werzîşê yên Jinan de yeke.” Gulîstan diyar kir ku dê qadek werzîşê ya wiha avabikin k udi hemu beşên werzîşê de jin cîh bigirin û got: “Kompleksa Werzîşê ya Jinan di salonek ya girtî de tê amadekirin. Di Kompleksa Werzîşê ya Jinan de cihên cuda cuda yên weke salonek biçuk ya sînemayê, kafeterya, hewîzên melevanê yên jin û zarokan, saheya fitbolê, cihê lîstokên zarokan, valeyîbol û hentbol cîh digirin. Kompleksa Werzîşê ya Jinan bû pirojeyek ji bo pirsgirêkên jinan yên civakî.”


‘Emê di Kompleksa Werzîşê ya Jinan de hev bibînin’


Gulîstan da zanîn ku ew dixwazin hemû jin ji Kompleksa Werzîşê ya Jinan sudê bigirin û wiha domand: “Aboriya civakî çî dibe bila bibe, temen çiqas dibe bila bibe em dixwazin hemû jin beşdarî karên werzîşê yên Kompleksa Werzîşê ya Jinan bibin. Werin em bi hev re hemû sitresên heyî bi werzîşê ser xwe rakin. Li hemberî hemû tundiyan em ji bo xwe herêmekê avabikin. Werin em di werzîşê de hav bibînin û yekbûna xwe mezin bikin.” Gulîstan balkişand ser xebatên jinan yên ji derveyî werzîşê jî û wiha berdewam kir: “Emê li gel jinan ji derveyî werzîşê wekedinê jî ceribandinên xwe bi hev re par bikin. Emê pirsgirêkên xwe bi hev re par bikin û ji bo çareseriyê bikevin nava hewildanan. Emê xebatên perwerdê pêşbixin. Ji bo jinên di jiyanê de zoriyan dikêşin emê bibin navenda şêwirmendiyê.”


(zt)