'Zarokên me ji ber zilma dewletê tevlî nava PKK’ê bûn'

08:45

Sarya Gozuoglu - Nurcan Yalçın / JINHA


AMED – Dayîkên k udi Parka Bîrdariyê ya li ber Walîtiya Amedê dest bi çalakiya runiştinê ya bê dem kirine di roja 6’emîn de jiyana zarokên xwe vegotin. Dayîkan diyar kirin ku ji ber zilma bi salane gelê kurd ji destê dewleta tirkan dibînin zarokên wan beşdarî nava PKK’ê dibin. Dayîkan dan zanîn ku ew li gel êşên xwe jî aştiyê dixwazin û ew dixwazin gavên mayînde bavêjin.


Dayîkên ku zarokên wan din ava PKK’ê de nin û di girtîgehan denin di Parka  Bîrdariyê ya li ber Walîtiya Amedê de dest bi çalakiya bê dem kirine di roja 6’emîn ya çalakiyê de jî aştî xwesin. Dayîkên ji bo hikumet gavên erênî bavêje dixebitin zoriyên dîtine û zarokên xwe vegotin. Endama Meclisa Dayîkên Aştiyê Remziye Dag destnîşan kir ku ji ber zoriya wan ji destê dewletê didît û zarokên wê beşdarî nava PKK’ê bûne. Remziye derbirî ku yek lawê wê jî beriya tevlî nava PKK’ê bibe di sala 1989’an de li Zanîngeha Dîcleyê di xwend û got: “Lawê min hevalê Zekî Altan bû. Bi şev dema dihat malê hemû kincê wî şilbûn. Di despêkê de ne digot lê paşê êdî got ‘bi şev û roj li peyî mene ji bo em ji zanîngehê bên malê em xwe li çemê Dîcle di qelibînin.’ Dema k udi hat malê jî ne diraza. Her dem polîsan şidet dikirin. Di dawiyê de di sala 1990’an de lawê min tevlî nava PKK’ê bû. Zilma dewletê berê lawê min da çiyê. Berî niha 3 salan min xebera şihadeta wî bihîst.”


‘Li gel êşa em jiyan dikîn jî aştiyê dixwazin’


Remziye anî ziman ku lawê wê yê dinê jî ev 21 sale di girtîgehê deye û niha jî li Girtîgeha Tîpa T ya Tokat ê tê girtin û wiha got: “Polîsan ser mala me de girtin lawê min girtin binçavan û 36 sal ceza dayê. Ez na pirsim çima zarokên min çun yan jî hatin girtin, ji ber di encma zilmê de çun û hatin girin.” Remziye bilêv kir ku dema ew çuye Deriya Reş ziyareta lawê xwe yê di girtîgehê de di rê de ew girtine û wiha domand: “Me gelek zilm û bêmafî dît. Dema ku ez ji bo ziyareta lawê xwe yê di girtîgehên Derya Reş de tê girtin ketim rê di rê de hatim girtin. Ez 27 rojan dibin îskenceya JÎTEM’ê de mam. Ez mehekê bi tena serê xwe di hucrê de mam. 3 sal û nîvan di girtîgehê de mam. Tenê ji ber ez diçum ziyareta zarokên xwe. Heta roja îro jî em vê zilmê jiyan dikin. Zarokên me li hemberî zilma dewletê derketine çiyan. Em li gel van hemû êşan jî aştiyê dixwazin.”


‘Ez zilma l ime kurdan tê kirin li zora keça min diçu’


Dayîka Afîfe Kartal jî diyar kir ku keça wê 3 sal berî niha beşdarî nava PKK’ê bûye û ew bi tekoşîna keça xwe serbilinde û got: “Serê me bi gerîlla û şehîdên me bilinde. Hîna keça min 15 salî bû ji destê polîsan îskenceyên gelek giran dît. Ji bo beşdarî çalakiyan nebe her dem ji aliyê polîsan ve di hat tehdîd kirin. Ji ber zilma kul i me kurdan tê kirin li zora keça min diçu û nekarî din ava vê zilmê de jiyan bike, derket çiyê.” Afîfe da zanîn ku ew bi wê biryara keça xwe Zozani ya tevlîbûna PKK’ê serbilinde û wiha got: “Ji roja ku çuyî heta niha min ji wê xeber ne girtiye nizanim li kuye. Ew zarokek gelek bi hêz û berxwedêrbû.”


‘Em naxwazin êdî ciwan jiyana xwe ji dest bidin’


Afîfe da zanîn ku wêneyek yê keça wê di ANF’ê de hatiye weşandin û paşê jî polîsan ji ber wî wêneyî avêtine ser mala wan û wiha domand: “Dema ku polîs hatin ser mala me de girtin pirsa keça min kirin li kuye. Min jî got nizanim. Polîsan gotin ‘'Selahattin Demirtaş parlementerê weye bila biçe keça te bîne.’ Min jî got Selahattin keça min ne şandiye heta biçe bîne. Hun dewletin di ruyê we de keça min çuye. Heger cesareta we heye hun herin keça min bînin. Keça min ji ber zilm, îskence û heqareta we çu beşdarî nava PKK’ê bû.” Afîfe bilêv kir ku ew bi hemû hêza xwe li piş zarokên xwe yên din ava PKK’ê de û di gairtîgehan denin û wiha axaftina xwe dawî kir: “Em naxwazin êdî ji tu aliyan ciwan bên kuştin.”


(zt)