Jin di 1’emîn Festîvala Sakîne Cansiz de li hev civiyan

09:03

JINHA


BASEL - Jinên Kurd ên li Swîsreyê dijîn, di 1’emîn Festîvala Jinê ya Sakîne Cansiz de hatin cem hev û peyama; li dijî kapîtalîmzê bi pergaleke nû re cîhaneke din a bedew dikare bê avakirin, dan. Axaftina destpêkê ya festîvalê ji aliyê Parlamentera SP Yvonne Ferri ve hat kirin. Yvonne polîtîkayên hikûmeta Swîsreyê yên li hemberî biyaniyên li welêt rexne kir û diyar kir ku ev polîtîkayên bicih tên anîn bi taybetî bandoreke neyînî li jinên koçber dikin.


Li ser navê yek ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Sakîne Cansiz a di 9'ê Çileya 2013'an de di encama êrîşeke li Parîsê de bi Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hat qetilkirin, Tevgera Jinên Kurd a Swîsreyê li bajarê Baselê festîvalek lidar xist. Festîval li qada vekirî ya Kaserne Klybeckstrasse ya Baselê pêk hat, jinan bi kincên xwe yên gelêrî cih girtin û wêneyên sê jinên şoreşger ên li Parîsê hatin qetilkirin û posterên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li qada festîvalê hatin daliqandin.


‘Dîroka jinên Kurd û jiyana Sakîne Cansiz’


Li qada festîvalê, ku bi beşdariya mirovên ji bajarên cuda yên Swîsreyê destpê kir, di konên hatin vedan de panelek bi navê "Dîroka jinên Kurd û jiyana Sakîne Cansiz" hat lidarxistin. Li dû panelê, festîval bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna Cansiz, Dogan, Şaylemez û ehmû cangoriyên têkoşîna şoreşê destpê kir. Di festîvalê de Parlamentera Jin a Partiya Sosyalîst a Swîsreyê Yvonne Ferri, Parlamentera HDP'ê Gulser Yildirim û bavê Fîdan Dogan Hasan Dogan jî amade bûn.


‘Polîtîkaya heyî bandoreke neyînî li jinên koçber dikin’


Axaftina destpêkê ya festîvalê ji aliyê Parlamentera Partiya Sosyalîst a Swîsreyê (SP) Yvonne Ferri ve hat kirin û Ferri destnîşan kir ku nuqteya Tevgera Jinên Kurd gihaştiye, ji bo jinên cîhanê gelekî girîng e. Yvonne polîtîkayên hikûmeta Swîsreyê yên li hemberî biyaniyên li welêt rexne kir û diyar kir ku ev polîtîkayên bicih tên anîn bi taybetî bandoreke neyînî li jinên koçber dikin.


‘Ez bang li hikumeta Fransayê dikim ku kujerên esîl derxînin holê’


Li dû Ferri, bavê Fîdan Dogan Hasan Dogan axaftineke kurt kir, behsa qonaxa heyî ya dadgehê kir û got, "Berpirsyarên esîl ên keça min û rêhevalên wê qetil kirin, mîna ku Serok Ocalan dibêje yên ku Ocalan mehkûmî wê derê kirine. Ez ji vê derê, di serî de hikûmeta Fransayê bang li her kesî dikim; kujerên esîl derxînin holê."


Piştî Dogan koma Silbus û Tarî derket ser dikê û bi stranên xwe reng da festîvalê.


‘Di vê demê de giringiya HDP’ê’


Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim jî di axaftina xwe ya li festîvalê de hin mînakên jiyana têkoşînê ya Sakîne Cansiz û hevalên wê bibîr xist û nuqteya Tevgera Jinê Kurd gihaştiye vegot. Gulser bal kişand ser pêvajoya nû ya Ocalan daye destpêkirin û girîngiya HDP'ê destnîşan kir.


Di festîvalê de her wiha peyama Koordînasyona YJA'yê ji aliyê siyasetmedara jin a Kurd Ozgur Amed ve hat xwendin. Her wiha peyama Tevgera Jinên Sosyalîst (SKP) jî di festîvalê de hat xwendin.


Li dû axaftin û peyamên li festîvalê, Koroya Jinê ya Ronahî ya Baselê, Koma Dengê Xwezayê, Nûarîn bi dorê derketin ser dikê û beşdarên festîvalê li ber stranên wan govend gerandin û dawî li festîvalê anîn.


(zt)