Li ser dika mala şanoyê ya Elmanyayê şanoya kurdî

09:57

JINHA


Li ser daxwaza Mala Şanoyan ya Elmanya, Grûbek şanogerên kurd ji Kurdistanê ji bo Berlînê hat vexwendin daku di şevekê de hunerê xwe yê kurdî pêşkêş bikin. Derhênerê Şanoya bi navê 'Bîreweriyên Dînekî' ya ku ji bo li wê bê lîstin hunermend Îhsan Osman diyar kir ku wan ew kar bi vexandineka fermî ya mala şanoya Elmanî amade kirine.


Li ser daxwaza Mala Şanoyan ya Elmanya, Grûbek şanogerên kurd ji Kurdistanê ji bo Berlînê hat vexwendin daku di şevekê de hunerê xwe yê kurdî pêşkêş bikin. Roja 25´ê hezîranê dê şanoya bi navê 'Bîreweriyên Dînekî' li Salona Theater Afbau Kreuzberg (TAK) were pêşandan, ev şano ji Amadekirina Keval Sidqî, Derhênana Îhsan Osman û bi Zimanên Kurdî û Rusî ye û Têksta wê jî bi zimanê Elmanî ye, şano bi navê 'Bîreweriyên Dînekî' ya ku nîvîskarê navdar ê Rûs Nîkolay Gogole nivîsiye.


'Bîreweriyên Dînekî’


 Derhênerê Şanoya 'Bîreweriyên Dînekî’ hunermend Îhsan Osman diyar kir ku wan ew kar bi vexandineka fermî ya mala şanoya Elmanî amade kirine û got: “Rol û erkên hunermend û rewşenbîran di dîroka Kurdistanê de, kêmtir nebune ji yên Pêşmerge, ji bo wê jî erkê me hunermendan li derveyî Kurdistanê jî ew e ku bi kampanya, anîna dost û hunermendên biyanî ya ser xetê piştgiriya Hêza Pêşmerge bikin û evna erkê me ye.” Îhsan da zanîn ku tevî hunermendên Elman ên Mala Şanoyê û hinek hunermendên Rus û biyanî ew ê di dawiya pêşkêşkirina şanoya xwe de kampanyayeke piştgiriyê bo Hêzên Pêşmerge bidin destpêkirin û jibo raya giştî û hemu medya cîhanî piştgiriya xwe bidin diyar kirin.


Rêveberê Hunera Şanoya Duhokê Meyser Ubêd jî wiha axifî: ‘‘Em çend hunermendên şanoyê ji Duhokê li ser vexwendina fermî ya Mala Şanoya Elmanya hatine daku şanoyeke Kurdî, Elmanî û Rusî nîşan bidin.” Mala Şanoyê ya Elmanya amadebûna xwe nîşan da ku ew bi rêya hunera şanoyê piştîvaniya Hêzên Pêşmer yên Kurdistanê bikin.


(zt)