Kurd û ereban bi hev re meş kirin û kiriyarên DAÎŞ’ê şermezar kirin
10:12
Hezîran
23
/ 2014
JINHA
Dijî kiryarên DAÎŞ´ê li hemu deran hemwelatiyên Îraqi yên Kurd, Ereb û dostên wan bi xwepêşandanan kiryarên DAİŞ’ê şermezar dikin. Li navenda bajarê Berlînê 'Alexanderplatz' ku ciyekî pir qerebalixa e, gelek welatiyên Kurd û Erebên nîşteciyên Berlînê li hev kombûn û dijî kiryarên DAÎŞ’ê mesiyan. Di dawiya meşê de ciwanek kurd ser navê girseyê daxuyanî da û diyar kir ku ew li kîjan deverên cîhanê dibin bila bibin dê li hemberî kiryarên DAÎŞ’ê nerazîbûnên xwe bînin ziman.
(zt)

