YJA: Banga xwedîderketina li Zeynep Celaliyan kirin
10:35
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Koordînasyona YJA yê ji bo Zeynep Celaliyan a ji ber mercên giran ên girtîgeha Îranê bi xeteriya windakirina her du çavên xwe re rû bi rû ye, bi daxuyaniyek nivîskî banga radîkalkirina têkoşînê kir.Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “ Li hemberî van hemû pêkanîn û polîtîkayên faşîst, di serî de jinên Kurd divê hemû jinên Îranê, ji bo guhertina mercên ragirtina Zeynep Celaliyan têkoşînê hîn bêtir radîkal bikin û encamê jê bigirin. Ji ber vê yekê em bang li hemû rêxistinên jinan ên li Kurdistan û derveyî welat, saziyên jinan ên demokratîk û kesayetan dikin ku bi hêzeke mezin xwedî li kampanya ji bo Zeynep Celaliyan derkevin."
Koordînasyona Yekitiya Jinên Azad (YJAK) ê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de bal kişand ser kampanyayên nû yên çalakiyan ên bi pêşengiya jinan li Bakur, Rojava û li Rojhilatê Kurdistanê tên meşandin. Di daxuyaniyê de li Bakur û Rojavayê Kurdistanê ji bo kampanya 'Jin ji bo Azadiya xwe û Rêberê xwe di Çalakiyan denin' û li Rojhilatê Kurdistanê jî ji bo kampanya 'Ji qirkirina jinan û darvekirinan re na' beşdariyeke xurt bê kirin. Koordînasyona YJA'yê di mijara Rojhilatê Kurdistanê de divê li hemberî sîstem û pêkanînên li dijî jinê, helwesteke xurt a hesabpirsînê bê nîşandan û bi taybetî bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Zeynep Celaliyan.
'Ji qirkirina jinan û darvekirinan re na'
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Kampanya 'Ji qirkirina jinan û darvekirinan re na' ya li Rojhilatê Kurdistanê bi pêşengiya KJAR'ê hat destpêkirin xwedî wê armancê ye ku li her qadê li dijî komkujiyên jinan, helwesteke xurt, rêxistinbûyî û hesabpirsînê were afirandin. Qirkirina jinê di heman demê de qirkirina civakê ye. Bi kampanyaya hatiye destpêkirin re, li ser bingeha rêxistinbûyîn û hişmendiya neteweya demokratîk, wê rêxistinbûyîn û hişmendiya derketina ji rewşa mêtîngeriyê, ji jinan re bê dayîn. Divê jinên Kurdistanî û Îranî, li ser bingeha vê kampanyayê têkoşîna azadiya jinê xurtir û civakîtir bikin.
‘Zeynep bi sekna xwe li hemberî hemû zext û îşkenceyan radiweste’
Li hemberî sûcên li dijî mirovahiyê yên weke darvekirin û recm ên dewleta Îranê dike, bi taybetî jî li dijî nezîkatiyên cihêkar, tecawiz, tundî û zayendîparêz ên li hemberî jinê, divê jinên Kurd û jinên Îranî eniya têkoşîna hevpar xurtir bikin. Jin, bi hêza têkoşînê ya rêxistinbûyî re, dikarin têkoşîna azadiyê ya ji bo bi hezaran girtiyên jin ên li zîndanên Îranê, radîkal bikin. Girtiya Kurd Zeynep Celaliyan a îro li zîndanên Îranê de ye, li ser bingeha têkoşîna berxwedan û azadiyê ya Sarayan li ber xwe dide. Bi sekna xwe ya li hemberî hemû zext û îşkenceyan radiweste, Zeynep Celaliyan dilsoziya xwe ya bi nasnameya jina azad re nîşan dide. Lê belê rewşa tenduristiya wê roj bi roj nebaş dibe. Xeterî heye ku her du çavên xwe winda bike. Li gel hemû hewldanên amlbatê û saziyên jinan ên demokratîk jî, dewleta Îranê ji pêkanînên xwe yên mîlîtarîst venegeriyane û tenduristiya wê nebaştir bûye. Li hemberî van hemû pêkanîn û polîtîkayên faşîst, di serî de jinên Kurd divê hemû jinên Îranê, ji bo guhertina mercên ragirtina Zeynep Celaliyan têkoşînê hîn bêtir radîkal bikin û encamê jê bigirin. Ji ber vê yekê em bang li hemû rêxistinên jinan ên li Kurdistan û derveyî welat, saziyên jinan ên demokratîk û kesayetan dikin ku bi hêzeke mezin xwedî li kampanya ji bo Zeynep Celaliyan derkevin."
(zt)
