Dawî li rojên hunerê yên Cegerxwînê hat
11:06
JINHA
AMED – Çalakiyên huneri yên dawiya salê yên Navenda Çand û Hunerê ya Cigerxwînê bi dawîbûn. 3 rojên ku berhemên hunerî dihat nîşandan ji aliyê welatiyan ve rastî eleqeyak mezin hat.
Navenda Çand û Hunerê ya Cigerxwînê ya ku di hemû beşên hunerê de perwerdeya akademîk dide dawî li çalakiyên xwe yên dawiya salê anî. Xwendekarên beşa folklorê di Orman Parkê de lîstokên herêma Mêrdînê nîşan dan û ji aliyê bi hezaran kesî ve hat temaşekirin.
Di saetên şevê de jî li Salona Şanoyê lîstoka zarokan bi navê “Dîkilo Axa” hat nîşandan. Lîstok bi awayê muzîkal hatibû amadekirin ji bo temaşekirinê cîh nema bi sedan welatiyan li ser lingan lîstok temaşe kirin. Mudurê Karê Çand û Hunerê yê Şaredariya Peyasê Îsmaîl Kardaş diyar kir ku çalakiyên wan yên hunerî 3 rojan hatin nîşandan ji aliyê welatiyan ve rastî eleqeyek mezin hat û got: “Berhemê huneri yê salekê di dawiyê de hatin nîşandan rastî eleqeyek mezin hatin. Bi derfetên xwe ciwanên me yetenegên xwe yên hunerî pêşkêş kirin. Em sipasiya her kesê ku keda wan di van bernameyan de derbasbûne û gelê Amedê yê kul i me temaşe kirin û em bi tenê ne hêlan dikin.”
(zt)

