Li Stenbolê jina ducanî hat qetilkirin
11:10
JINHA
STENBOL - Li Bagcilar a Stenbolê jina ciwan a 18 salî ku 4 meh in ducanî bû, dema li malê hevser, jintî û xizmên xwe hebû, bi çekê hat qetilkirin.
Li taxa Demîrkapi ya Bagcilar a Stenbolê dayika zarokekî Hulya Îbrendî (18) ya 4 meh in ducanî bû, duh danê nîvro ji aliyê kes an jî kesên nediyar ve bi çekê hat qetilkirin. Dema Hulya hat qetilkirin li malê hevserê wê Îsmet Îbrendî, jintiya wê û xizmeke wê amade bûn. Her sê kesên mijara gotinê piştî bûyerê hatin binçavkirin. Cenazeyê Hulya Îbrendî rakirina mora Nexweşxaneya Dewletê ya Bagcilarê.
Meclîsa Jinê ya BDP'ê ya Bagcilarê piştî kar û barên li nexweşxaneyê cenazeyê Hulya rakir morga Mizgefta Îbrahîm Ethem a li taxa Fevzî Çakmak.
Cenaze wê dê îro li Goristana Yayla ya li Sûltangaziyê bê veşartin.
(zt)
