Partiya Komînîst a Kurdistanê banga yekîtiya kurdan kir
11:48
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Komîteya Navendî ya Partiya Komînîst a Kurdistanê bi daxuyaniyekê diyar kir ku hin aliyên paşverû li bajarê Amûdê tevlihevî derxistin û got ku Kesên nexweş ku pênûsên wan ên qirêj hatine kirîn, dixwazin tevliheviyê berdewam bikin. Di daxuyaniyê de bang li hemû aliyan heta kirin ku ji bo hemû pilanên dijminan vala bêne derxistin, hevgirtina xwe xurt bikin.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Rêjîmên Kurdistan dagir kirine û hemû ajan û amûrên wan bêtir bi kîn in û siyasetên wan li hemberî mafê rewa yên gelan qirêj in. Ji ber ku di yekîtiya kurdan de hemû berjewendiyên wan bi bin dikevin û ji ber vê yekê bi hemû hêza xwe bi serekên xwe re tevdigerên qirêj dikin.”
‘Li Amûdê xwestin gel li hemberî hêzên YPG’ê derbixin’
Di berdewama daxuyaniyê de wiha hate destnîşankirin: “Paşverûtî dijminên hemû dozên me ne û gelek tevlihevî derxistin û herî dawî jî li bajarê Amûdê xwestin gel li hemberî hêzên YPG’ê derbixin û di encamê de gelek şehîd û birîndar çêbûn û bi zanebûn dixwazin buyerê wekî komkujî bi nav bikin û çavên xwe li hemû komkujiyên ku çeteyên DAIŞ’ê li dijî gel pêk anîne bigirin.”
Di daxuyaniyê de banga yekîtiya kurdna hat kirin
Di daxuyaniyê de hate gotin ku kesên tevlihevî li bajarê Amûdê kirine xaleke reş di eniya wan de ye û kesên dixwazin tevliheviyê berdewam bikin dijminên azadiya gelên bindest in. Di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû çînên civakê û kesayetên welatparêz ku ji bo azadî û edaleta civakî tevdigerin, kir ku dest ji nakokî û berjewendiyên xwe yên kesane û partiyane berdin û ji bo vala derxistina pilanên dijminên kurdan destên xwe bidin hev. Bi vê yekê dilsoziya bi şehîdên Amûdê re tê kirin.
(zt)

